17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DBP’e navê peywirdarên serdema nû aşkere kir

DBP’ê piştî civînan encamnameya xwe aşkera kir, navê peywirdarên serdema nû diyar kir û da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê çalakî û xwepêşandanên xwe bidomînin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî 6’emîn Kongreya Awarte ya li Amedê, di 20-21’ê mijdarê de civînên Meclisa Partiyê (PM) û Meclisa Jinan li dar xist. Civîn, bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir hatibûn kirin û encamnameya civînan hate eşkerekirin.

Encamname

Di encamnameyê hat gotin ku li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi polîtîkayeke di çarçoveya nîjadperestî, neteweperestî û olperestiyê de li dijî jin û civakê êrişên bêrehm tên kirin û ev tişt hatin parvekirin: “Bi polîtîkayên qirkirina jinan, tundî û şerê taybet li dijî jin, zarok û ciwanan êrişên sîstematîk tên kirin. Koalîsyona nîjadperest, neteweperest û olperest a li pey hewldana sazûmankirina faşîzmê, hewl dide teslîmgirtina civakê bi rêya polîtîkayên dijminane yên li dijî kurdan û zayendperestiyê pêk bîne. Faşîzma AKP-MHP’ê li ser bingeha faşîzm û neteweperestiya paşverû, roj bi roj li dijî gelê kurd polîtîkayên şer û qirkirinê bêhtir zêde dikin.

Em ê rê nedin Lozaneke nû

AKP hewl dide di bin navê ‘Sedsala Tirkiyeyê’ de Peymana Lozanê ya ku kurd bêstatû hiştibû dîsa nûjen bike. Bi siyaseta înkar û tunekirinê, bi şerê qirkirinê dîsa hewl dide kurdan bêstatû bihêle. Li dijî vê hewldanê, dê gelê kurd bi saya biryardarî û têkoşîna xwe ya birêxistinkirî destûrê nede Lozaneke nû were îmzekirin. Li her çar aliyên Kurdistanê gazên kîmyewî û çekên taktîk nukleer tên bikaranîn, suîqestên siyasî tên kirin, dijminatiya li dijî ekolojiyê heye, çavkaniyên sererd û binerd, dibistan, nexweşxane û hwd. tên bombebarankirin. Miro tên qetilkirin. Gelê kurd ji bo pêşîlêgirtina vê qirkirinê û pêkvejiyanê, di konfederalîzma demokratîk de biisrar e.

Di çarçoveya jinûveavakirinê de me bi gelên xwe re nîqaş kir û biryardariya di xeta têkoşînê ya dema pêş de derxist holê. Em ê vê rewşa şênber, xeta xebata rêxistinî bi tempoyeke dilxwaz re pratîze bikin û bi pergal û zîhniyeta faşîst bidin windakirin. Dê têkoşîna me ya li dijî konsepta tunekirinê bi biryardarî bidome. Di konferans, kongre û civînên me yên PM’ê de biryardariya pratîkkirina îradeyê derket holê.

Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan

Tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan ku kirdeya çareserkirina pirsgirêkên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn e, bandorê li tevahiya qadên jiyanê dike. Têkoşîna me dê ji bo têkbirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan be. Di serî de gelê kurd, daxwaza dost, hêzên demokrat ên şoreşger û muxalefeta civakî ev e. Di vê çarçoveyê de ev demekî dirêj e li ewropa, Rojava û gelek deveran çalakî tên lidarxistin û ev çalakî ji 9’ê cotmehê ve ketin qonaxeke cuda. Yek ji qonaxên herî girîng jî meşa ber bi Gemlîkê ve bû ku tevî hemû astengiyan jî hat lidarxistin. Di xeta me ya têkoşînê ya nû de heta tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê rakirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk tê, em ê bi biryardarî çalakî û xwepêşandanan bidomînin. Em di ferqa berpirsyartiya xwe de ne û dê gavên pêwîst biavêjin.”

Endamên MYK’ê

Di encamnameyê de kesên hatin peywirdarkirin wiha hatin rêzkirin:

* Hevserokên Giştî: Çîgdem Kiliçgun Uçar – Keskîn Bayindir

* Cîgirên Hevserokên Giştî: Mervan Yildiz û Faruk Tatli

* MYK’a DBP’ê: Narîn Gezgor, Abdurrahman Sever, Bêrîvan Bahçecî, Mûrat Kiliç, Bêrîvan Helen Işik, Hayrettîn Altun û Gulan Çagin Kalelî.

Komisyon

* Hevberdevkên ji Birêxistinkirinê Berpirsyar: Faruk Tatli û Narîn Gezgor

* Hevberdevkên ji Perwerdeyê Berpirsyar: Mervan Yildiz û Mûrat Kiliç,

* Hevberdevkên ji Dîplomasiyê Berpirsyar: Bêrîvan Helen Işik û Mehmet Şîrîn Tunç

* Hevberdevkên Hejmaryariya Giştî Berpirsyar: Hayrettîn Altun û Elîf Turan

* Berdevka Jinan a Ji Meclisa Jinan Berpirsyar: Bêrîvan Bahçecî

* Hevberdevkên ji Hiqûqê Berpirsyar: Gulan Çagin Kalelî û Mehmet Oner

Lîsteya PM’ê

* Lîsteya PM’ê: Abdulhakîm Gulmez, Abdurrahman Sever, Ayşe Çelîkbîlek, Bêrîvan Bahçecî, Bêrîvan Helen Işik, Çîçek Arîç, Elîf Turan, Engîn Guleser, Enver Guler, Faruk Tatli, Gulan Çagin Kalelî, Hayrettîn Altun, Huseyîn Bîrlîk, Îzzet Karadag, Mervan Yildiz, Mûrat Kiliç, Narîn Gezgor, Nûrten Uzumcu, Selamettîn Yilmaz û Şevîn Coşkun.

* Lîsteya Cîgir a PM’ê: Abdullah Ekelîk, Aliye Kîlîldamar, Mehmet Oner, Azîz Baday, Bariş Ekîncî, Eşref Yaşar, Evliya Alkan, Gogerçîn Aras, Gonul Yalçin, Gulbahar Kuş, Kenan Eksîn, Mehmet Şîrîn Tunç, Mûrat Yucel, Nûrten Karagoz, Omer Koç, Omer Kulpu, Ugur Bayrak, Yasemîn Uçer, Yûsûf Bozkuş û Yucel Akdag

* Endamên Esil a Lijneya Disiplîna Navendî: Asiye Yilmaz, Avnî Bînîcî, Fîlîz Buluttekîn, Haci Kabak, Hamdiye Turgay Bîlek, Îsmaîl Kîno û Mehmet Nûrî Denîz.

* Endamên Cîgir ên Lijneya Disiplîna Navendî: Abdurrahman Yalin, Emel Temel, Şîrîn Çoban û Selma Bozkurt.