spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rayedarên Amerîka û Îranê serdana herêmê dikin

Piştî ragihandina agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de, wezîrên Karên Derve yên Îran û Amerîkayê li herêmê dest geran dikin.

Ajansa Nûrnews a Îranê ragihand ku piştî ragihandina agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Amir Ebdullahiyan sibê li herêmê dest bi gerekê dike.

Ajansê wiha domand: “Hemwextî gerê, hewldanên dîplomatîk ên Îranê ji bo rawestandina êrişên rejîma siyonîst ên li dijî Xezayê û bidawîkirina dorpêçê û şandina alîkariyên mirovî ji xelkê Xezayê re, berdewam in.”

Ebdullahiyan îro diçe Lubnanê

Li gorî malpera Axios a amerîkî jî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken plan dike hefteya bê serdana Îsraîlê bike, ji bo ku rewşa li Xezayê bi rayedarên îsraîlî û filistînî re nîqaş bike.

Çaverê ye ku serdan beriya lûtkeya Wezîrên Karên Derve yên NATO`yê be. Lûtke 28`ê Mijdarê ye.