5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa girtiyê nexweş Cemal Tanhan krîtîk bûye

Nexweşê kanserê Cemal Tanhan ê 68 salî ku li Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê tê dermankirin, rewşa wî ya tenduristiyê krîtîk bûye.

Tanhan ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bolûyê zêdeyî 30 salan girtî hate hiştin, piştî ku felç bû, ew rakirin nexweşxaneyê. Li Tanhan teşhîsa kanserê ya asta çaremîn hate danîn û nexweşî heta li hestiyên wî belav bû, ji ber vê jî nikare biaxive.

Cemal Tanhan ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji girtîgehê di 6’ê Mijdarê de hate berdan û li Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê tê dermankirin. Rewşa Tanhan a tenduristiyê krîtîk e.

Keça Tanhan, Ayşe Tanhan got, “Piştî ku doktorê wî hate guhertin, gotin ‘ji bo dermankirinê gelekî dereng maye’. Dema ku min jê re got ku bavê min girtî ye, wî bi xwe jî bawer nekir. Ji bo dermankirinê, bavê min di dema xwe de neanîn nexweşxaneyê.” Ayşe Tanhan diyar kir ku ew bi hêvî li benda başbûna bavê xwe ye.