5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin

Polîsan îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi ser malan de girtin û di encama serdagirtinê de 8 kes girtin binçavan

 Di encama serdegirtinên malan de Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Endama MYK û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Mûhammet Altinkaya û Serhat Eren û keseke/î navê wê/î nehat zanîn hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku polîsan bi ser Wargeha Xwendekaran a Xalid Bîn Welîd ku Erenê xwendekarê zanîngehê ye lê dimîne girtine û bi lêdanê ew binçavkirine.
Ji heman malbatê 3 kes hatin girtin
Li navçeya Peyasê jî ji heman malbatê birayên hev Mervan, Ferît û Nûrettîn Demîr hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birin Şaxa TEM’a Amedê. ESP’ê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Polîsan li ser malên cîgira hevserokên me Beycan Taşkiran û endama me ya SKM û MYK’ê Satiye Ok de girtin. Di malan de lêgerîn berdewam dike. 3 endamên me hatin binçavkirin.”
Sedemê binçavkirinan nehate zanîn. Hate diyarkirin ku parêzer dê piştî nîvro bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.