spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA’yê li Bexdayê êrîşî hêzên Heşdî Şebî kir

Hêzên Amerîkayê, li başûrê parêzgeha Bexdayê êrîşî hêzên Heşdî Şebî kirin. Di encama êrîşê de kuştî û birîndarên çekdarên Heşdî Şebî çêbû.

Hate ragihandin ku di danê sibehê de li navçeya Cerif Sexer ya li sînorê parêzgeha Bexdayê, hêzên Amerîkayê çekdarên Heşdî Şebî bombebaran kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî medya Iraqê, hêzên Amerîkayê wek bersivdayîna êrîşên li ser hêzên wan ên li Sûriye û Iraqê êrîş pêk anîne.

Her wiha hate diyarkirin ku di encama bombebarana Amerîkayê de, 8 çekdarên Heşdî Şebî hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne, lê heta niha nasnameya kuştî û birîndaran nehatiye aşkere kirin.