7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyva Sor a Tirk xurek jî firotiye

Piştî konan derket holê ku Heyva Sor a Tirk xurek jî firtiye AHBAP’ê.

Duh derketibû holê rêxistina alîkariyê Heyva Sor a Tirk konên ku divê li mexdûrên erdhejê belav bike bi pereyan firotiye komeleya AHBAP’ê. Piştî vê agahiyê îro derket holê ku Heyva Sor a Tirk di heman demê de xurek jî firotiye AHBAP’ê.

Serokê Komeleya AHBAP’ê Halûk Levent ku li Fox Tv’yê tev li bernameya Bi Îlker Karagoz re Çalar Saat bû, der barê mijarê de agahî dan. Levent piştî bersivandina pirsên der barê firotina konan de agahî da ku Heyva Sor a Tirk xurek jî firotiya wan.

2 hezar 50 kon firotiye

Levent, der barê konan de ev agahî dan: “Me ji konên ku me kirîn 2 hezar û 50 ji Kizilayê kirîn. Me roja duyemîn kon nedîtin. Em bi çend hevalên xwe re bi şev derdikevin. Min wê demê kon nedîtin, kon tune ne. Hevalan li ser malperên înternetê dîtine ku Kizilay konan difiroşe, Odeya dermansazan jî kirî ye. Ev ji bo ku îxracatê hatine çêkirin ji bo şert û mercên navneteweyî guncav in. Tê zanîn ku Kizilay konan difiroşe. Lê wê kêliyê ez vê qet nafikirim, mirov diqerisin. Ez nefikirîm ku Kizilay e an. Me bi 19 hezaran kirîn konên Kizilayê yên bi 20 hezaran. Ji bilî KDV û barkêşiyê.”

‘Divê qanûnên nû bên çêkirin’

Li ser gotina Karagoz a “Qet nebe bila KDV nebûya” Levent wiha got: “Di nava saziyên dewletê de ev nabe. Me ji Fransayê balafir kirî, min ji bo stopajê 200 Euro dan dewletê. Divê têkildarî van qanûneke nû bê çêkirin.”

Li ser pirsa Karagoz a “Kizilayê xurek firote we?” Levent ev bersiv da: “Me xurek kirî.”