28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdhejê nijadperestî deşîfre kir

Her roja derbas bû mînakên xedar lê zêde bûn. Êdî rojên erdhejê hatine merheleyekê. Nijadperestiyê dîsa di belavkirin û parvekirina derfetên ji bo erdhejzedeyan rûyê xwe yê reş nîşan da.

Erhejê bi xwe re rûyê veşartî yê divê di karesatên mezin de tu car serî lê neyê dayîn ê niijadperestiya tirk derxiste rastê. Gelek mînakên nijadperestiyê yên li dijî sûriyeyiyan derketibû rastê hatibûn dîtin. Her roja derbas bû mînakên xedar lê zêde bûn. Êdî rojên erdhejê hatine merheleyekê. Nijadperestiyê dîsa di belavkirin û parvekirina derfetên ji bo erdhejzedeyan rûyê xwe yê reş nîşan da.

Di encama erdhejên Mereşê de li 11 bajaran hilweşîneke mezin çêbû. Li van herêmên erdhejê nêzî milyonek û 740 hezar penaberên sûriyeyî dijîn. Piştî hilweşîna bajaran, gelek penaber ji neçarî ji cihên xwe bûn. Li rexekî pirsgirêka wan a cihê mayînê û li rexa din jî rastî êrişên nîjadperest tên. Ev nîjadperestî ew qas zêde bû ku hinek penaberên sûriyeyî yên di bin kavilan de diyar kirin ku ji bo neyê zanîn ku ji Sûriyeyê ne, bi erebî neaxivîne. Ev mînak, bi tena serê xwe asta nîjadperestiya tê kirin nîşan dide. Di dema belavkirina alîkariyan de jî li dijî penaberan cihêkariyeke mezin tê kirin.

Nijadperestî nexweşî ye

AFAD’ê li Baxçeyê Milet ê li Meletiyê konbajar ava kiriye û ji hêla leşkeran ve tê parastin. Di ketina konên ku xelkê Meletiyê tê de dimîne bi nivîskî peyva “turk” hatiye nivîsandin û li ser yên penaberên sûriyeyî dimînin jî bi reqeman hejmar lê hatine nivîsandin.

Her wiha mînakeke nijadperestiyê li gundê Çakmak navçeya Nûrdagi ya Dîlokê derket holê. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ev mînak piştrast bûn. Navçeya Nûrdagi ya Dîlokê piştî erdhejên li Mereşê çêbûn ser û bin bû. Gundê Çakmak ê girêdayî navçeyê jî xisareke mezin dît. Mûhammed Halîd û hevjîna wî yên ku ji ber şerê dewam dike di sala 2014’an de ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê barkirin hatin navçeya Nûrdagiyê li gund şivantiyê dikin. Mûhammed Halîd diyar kiribû ku tevî ku ji gundiyan re dixebite jî ji aliyê wan ve nayên hezkirin, rastî gotinên nijadperest tên û wiha got: “Ji me re dibêjin ‘bicehnimin herin, bila ev ereb ji vir biçin’. Ez serê vê sibê çûm ku li jeneratora gund telefona xwe şarj bikim lê ez qewirandim.”

Li gundê ku kesekî/ê jê jiyana xwe ji dest neda piştî çar rojan kon gihandin gel. Konên ji aliyê AFAD’ê ve hatin şandin hatin belavkirin lê tevî ku 22 roj derbas bûn jî hêj kon nedane malbata sûriyeyî.

Ev dîmenên derketine rastê nîşan didin ku karesatên mezin jî nikarin nijadperestiyê ji qetrehmiyê dûr bixin.