spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne ji bo mexdûran her tişt ji bo Erdogan

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan dê biçe serdana Elbistanê. Beriya çûna Erdogan, gelemperiya kavilên navçeyê hatin rakirin. Her wiha lez dan xebatên avakirina konbajar û konteyniran û rê tên paqijkirin.

Li gorî daneyên fermî, di encama erdhejê de li Elbistanê zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 3 hezar avahî jî hilweşiyan. Bi ser erdhejê re 22 roj derbas bûn lê hê jî di mijara pêşwazîkirina pêdiviyên gel de pirsgirêk hene. Li hêla din ev nêzî hefteyeke bi lez û bez kavil tên rakirin. Bi sedan kamyon û makîneyên kar anîne navçeyê û navçe di nava tozê de ma ye. Sedema vê lez û beza li navçeyê diyar bû. Hat zanîn ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan dê sibe bê navçeyê. Hemû kavilên li ser rêgeha Erdogan û li qada navçeyê ku dê lê bigere hatin rakirin û xebatên paqijkirina riyan didomin.

Xema mexdûran nakin

Destûrê nadin welatiyên ku di nava vê hefteya dawî de li ser kavilan disekinin û hewl didin tiştên xwe binirx jê derxînin. Welatiyekî wiha bertek nîşan da: “Min xwest tiştên xwe yên biqîmet ji bin kavilan derxînim. Min gelek hêvî û rica jê kir lê destûr nedan. Ajakorê makîneya kar ji min re got; ‘Erdogan dê were vê derê û divê em van kavilan bi lez û bez rakin. Em ê nekarin xwe li benda we bigirin. Ji ber ku em karê xwe li gorî saetan dikin.’” Welatiyekî din jî wiha got: “Weke ku mal ji şewatê xilas dikin tevdigerin. Tu tiştekî xelkê nema qet nebe bila tiştên xwe ji wir derxînin.”

Siya Edogan walî dilerizîne

Li aliyekî xebatên li navenda navçeyê berdewam in û li rexa din jî bi dehan makîneyên kar û bi sedan kes ji bo bi sibe beriya hatina Erdogan re bigihînin, konbajar ava dikin û konteyniran didanin. Di demeke ku li navçeyê ev bizav didomiya de Walîtiyê Koordînator Gokmen Çîçek digot; “Em dixwazin di roja duşemê de li Elbistaneke cuda hişyar bibin.” Derket holê ku walî ev gotin ji bo hatina Erdogan kiriye. Nexwe li navçeyê hê jî gelek gund hene ku hê kon jî jê re nehatine şandin.