21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar: Heqîqet aşkera ye lê dozger erka xwe ranabin

Ferît Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê ya îro de wiha got: “Doza min doza heqîqetê ye. Bi milyonan kes doza me dişopînin. Tevî ku heqîqet derket holê jî dozger erka xwe bi cih nayînin.”

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 707’an de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi Nobeta Edaletê kirin. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsîbû “Edalet” vekirin.

Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û diyar kir ku nêzî 2 sal in çalakiya wan a Nobeta Edaletê dewam dike. Bi domdarî Şenyaşar wiha got: “Di nava van her du salan de me her roj li ber edliyeyê hawara edaletê kir. Piştî erdhejê, ev hawar li her devera welat olan dide. Her roj polîs û dozger li ber me re derbas dibin ew jî van hawara me dibihîsin. Herî dawî jî li welatê me erdhejeke mezin çêbû. Ji ber ku avahî saxlem nehatine çekirin, rê li ber karesateke mezin vekir. Niha jî li her deverê hawara ‘dewlet li ku ye’ olan dide. Divê desthilatdarî ji van bertekan hêrs nebe. Nexwe dê karesateke din rû bide. Tu mafê rayedarên dewletê nîn e ku xwe ji bertekên gel aciz bikin.”

‘Em ê çalakiya xwe bidomînin’

Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku doza wan doza heqîqetê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Bi milyonan kes doza me dişopînin. Tevî ku heqîqet derkete holê jî dozger erka xwe bi cih nayîne.  Heta edalet pêk tê û birayê min tê berdan em ê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bidomînin.”