19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hêza’ li Brezîlyayê jî xelat wergirt

Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Brezîlyayê ku îsal cara şeşan tê lidarxistin, Xelata Dokûmantera Herî Baş Dokûmantera Hêza girt. Di festîvalê de ku ji ber şewba Covîdê bi rengê online hat lidarxistin, Dokûmantera Hêza ya Derya Denîz û Project S a Dîrk Anton û Davîd Elîsar hêjayî Xelata Dokûmantera Herî Baş hatin dîtin.

Festîvala ku 176 fîlm û dokûmanter lê hatin nîşandan, yek ji festîvalên naskirî yên Latîn Amerîkayê ye.

Dokûmantera Hêza beriya niha li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Boden a Swêdê xelata dokûmantera herî baş, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Drûk ku li Bhûtan a li Başûrê Asyayê hat lidarxistin xelata serketina mezin, li Festîvala Fîlman a Fîlm în Focûs a li Romanyayê xelata dokûmantera herî baş, li Festîvala Fîlmên Jinan a Serbixwe ya li Amerîkayê jî xelata dokûmantera herî baş wergirtibû.

Xelata dokûmantera herî baş a li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Brezîlyayê jî di nav de heta niha 5 xelat ji Dokûmantera Hêza re hatiye dayin.