19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora DFG’ê ya meha hezîranê: 16 rojnameger hatin girtin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha hezîranê ya “Binpêkirina mafên rojnamegeran”  li dijî Rojnamegeran a Meha Hezîrana 2022’yan” bi daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG’ê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zext û tundiya li ser rojnamegeran û diyar kir ku polîtîkaya girtin, astengkirina şopandina nûçeyan û cezakirinê ya li ser rojnamegerên kurd berdewam dike.

Daxuyaniya DFG’ê ya derbarê rapora ku amade kirine de wiha ye:

“Li Tirkiyeyê bi serdagirtina mal û kargehên rojnamegerên kurd, derxistina ‘qanûnên sansurê’, astengkirina şopandina nûçeyan û polîtîkaya cezakirina rojnameger û rojnemevaniyê tê xwestin ku çapameniya azad û civakê bê nefes bihêlin. Di 8’ê hezîranê di 30’emîn salvegera qetilkirina rojnameger Hafiz Akdemîr e. Rojnameger Hafiz Akdemîr 30 sal berê di vê rojê de li navçeya Sûr a Amedê bi destê endamên rêxistina Hîzbûllahê ve hate qetilkirin ku ev rêxistin ji hêla hêzên tarî yên dewletê ve hatiye avakirin. Di roja ku hevalên rojnameger Hafiz Akdemîr dixwestin bi bîr bînin û daxwaza darizandina kujerên wî dikirin de polîsan bi ser mal û kargehên xebatkarên çapameniya azad de girt û 20 rojnamegerên şopdarên Apê Mûsa binçav kirin.

Ev êrişa dawî ya li dijî rojnamegeran hatiye kirin, di salên dawî de mezintirîn êrişa li dijî rojnamegeran e. Di êrişê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Polîsan bi ser mal û kargehên çapameniyê de girtin. Di encama serdegirtina mal û kargehan de hevserokê komeleya me Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Rojnameger Omer Çelîk, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Kadîr Bayram, Lezgîn Akdenîz, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu û Remziye Temel hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman êrişê de welatiyê bi navê Îhsan Ergulen ê ku bi wî re hevpeyvîna kolanê hatibû kirin jî hat binçavkirin.

Di serdagirtina bûroya JINNEWS û kargehên Pîa, Pel û Produksiyona Ariyê de polîsan dest danîn ser hemû alavên weşanê yên dijîtal. Li gel ku sedemeke qanûnî nîne jî polîsan ji roja 8’ê hezîranê ve kargehên Arî û Piayê dorpêç kirine. Bi hinceta lêgerînê nahêlin kes têkeve van kargehan. Ev rêbaz û helwest aşkera dike ku armanc û mexseda serdagirtinê ne tenê girtin û binçavkirina rojnamegeran e lê di heman demê de tunekirina hemû derfetên kar û xebatên rojnamegeriyê ye jî.

Hevpîşeyên me li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin ragirtin û bêyî ku sedemek bê destnîşankirin, 8 rojan di bin çavan de man. Rojnamegeran nedizanin bê ka bi çi tên sûcdarkirin. Hêj di roja destpêkê ya serdagirtinan de saziya fermî ya dewletê TRT 1’ê bi weşanên xwe hempîşeyên me hedef girt.

Hevalên me di 16’ê hezîranê de sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Hem li dozgeriyê û hem jî li dadgehê ji ber kar û barên rojnamegeriyê hatin tewambarkirin. Ev darizandin heta serê sibeha roja din berdewam kir. Di encamê de hevserokê komeleya me Serdar Altan jî di nav de bi giştî 16 rojnameger hatin girtin. 5 rojnameger û walatiyek jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan. Bi rêbaza îfadeyên şahidên nepen re 16 hevalên me hatin girtin û hejmara rojnamegerên girtî ya li Tirkiyeyê derket 76’an.

Midûriyeta Emniyetê ya Amedê piştî girtina hempîşeyên me, ji bo ku pêşî li bertekên di raya giştî de bigire li ser medyaya alîgir wêneyên serdagirtina mal û kargehên weşangeriyê weşand. Lê van wêneyên ku parve kiribûn, armanc û mebesta wan bêhtir derxist holê. Di van wêneyan de kamera, wênekêş, arşîva rojnameyan û wêneyên şehîdên çapameniya azad ku nirx û rûmeta me ne weke delîlên sûc hatibûn destnîşankirin. Bi vê sepanê xuya dibe ku hikûmetê li dijî rojnameger û rojnamegeriyê şer daye destpêkirin.

Di dema binçavkirina 16 rojnamegerên kurd de her wiha “qanûna sansûrê” ku weke “qanûna dezenformasyonê” tê binçavkirin jî li Komîsyona Edaletê ya Meclisê derbas bû. Heke ev qanûna navborî bê erêkirin dê derxistina karta çapameniyê û girtina malperên înternetê girêdayî Saziya Teknolojiya Enfarmasyonê (BTK) be. Ev rêbaz jî tê wateya sanurkirina hemû cureyên medyayê ye. Welatiyek ji ber parvekirineke xwe dikare bi 3 salan cezayê hefsê bê cezakirin û hikûmet hewl dide gel bêhtir bitengijîne.

Desthilatdarî bi salan e bi rêbaza girtin û destguhertina saziyên medyayê re piraniya medyayê xist kontrola xwe. Bi derxistina vê qanûna navborî re dê çendek saziyên çapemeniyê yên azad ên mayî jî bên tunekirin an jî serî pê bidin tewandin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê qanûnê her ku diçe xurtir bibe.

Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Enqereyê li ser daxwaza Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK), ji bo edîsyona beşa nûçeyên tirkî ya Voice of America (Dengê Amerîka) û Deutsche Welle (DW) ya navenda xwe li Almanyaye biryara astengkirinê da. Li gorî biryara di meha sibatê de hatiye dayîn, hemû çêkarên bernameyên navneteweyî neçarin li Tirkiyeyê lîsansê bigirin. Van her du weşanan jî ji bo xwe bigihînin şopînerên xwe pêşniyara VPN’a alternatîf kirin. Em vê rêbaza heyî ya li Tirkiyeyê, ji bo edîtoriya azad weke mudaxele û sansurê destnîşan dikin. Daxwaz me ew e ku ev biryara astengkirinê di zûtirin demê de bê rakirin.

Di vê mehê de jî astengiyên li pêşiya şopandina nûçeyan bênavber domiyan. Rojnamegerên ku li Stenbolê ‘20’emîn Meşa Rûmetê ya LGBTÎQA+’yan a Stenbolê’ dişopandin, rastî êriş û lêdana polîsan hatin û Peyamnêrê AFP’ê Bûlent Kiliç hate binçavkirin. Li pêşiya Edliyeya Stenbolê jî dema rojnamegeran dixwest tundiya li dijî çalakiya xizmên girtiyan bikişînin, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Nayê qebûlkirin ku ji ber nixûmandina tundî, binçavkirin û girtinên polîsan ev astengkirin bên kirin.

Ciwanê bi navê Kemal Kurkut di Newroza 2017’an a Amedê de bi guleyên polîsan ve hate qetilkirin û rojnameger Abdurrahman Gok jî ev kêlî kişandibûn. Rojnameger Gok ku bi saya karê xwe polîsê kujer teşhîr kir, ji hêla dadgehê ve bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hate cezakirin. Em careke din dibêjin; rojnamegerî ne sûc e û bi tu awayî naye darizandin. “

BINPÊKIRINÊN MAFÊN ROJNAMEGERAN

DFG’ê binpêkirinên mafên rojnamegeran jî di rapora xwe de wiha rêz kir

* Rojnamegerên êriş li wan hatiye kirin: 25

* Rojnamegerên ku bi ser malên wan de hatine girtin: 25

* Rojnamegerên hatine binçavkirin: 35

* Rojnamegerên mehmeleya xerab li wan hatiye kirin: 49

* Rojnamegerên ji bo şopandina nûçeyan hatine astengkirin: 35

* Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin: 27

* Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin: 5

* Rojnamegerên ceza lê wan hatiye birîn: 16

* Rojnamegerên darizandina wan berdewam dike: 156

* Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 1’ê tîrmeha 2022’yan heta niha): 76

* Biryara qedexekirina weşanê: 4

* Nûçeyên hatine astengkirin: 12