3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Serkêşiya êrîşan Soylû dike’

Abdûllah Îdîg

Serdozgeriya Komarê ya Edenê, der barê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de lêpirsîn da destpêkirin û biryara binçavkirina 38 kesan da. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan di 27’ê hezîranê de li Amed, Mêrsîn, Mêrdîn û Edenê bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê û malan de girt û Hevserokên HDP’a Edenê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş û hevberdevkên DBP’ê yên herêma Çûkûrovayê Şîlan Tûrga û Enver Guler jî bi giştî 36 kes binçav kirin.
Di serdegirtinan de polîsan deriyên malan şikandin zext û îşkence li welatiyan kirin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bêyî ku lêpirsîna hatibû destpêkirin bi dawî bibe kesên hatibûn binçavkirin hedef nişan da. Parêzerê kesên hatine binçavkirin Yakûp Ataş û Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûlari der barê binçavkirinan û hedef nîşandina Soylû de ji rojnameya me re axivîn.

Armanca operasyonê!

Parêzer Yakûp Ataş, bi bîr xist ku dema binçavkirinan polîsan li muwekîlên wî dane û wiha got: “Dema ku min xwest bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikim hatim astengkirin. Îşkence û miemeleya xerab demeke dirêj e li Tirkiyeyê pêk tê. Di serdegirtina malan de jî me ev careke din dît. Dixwazin bi van kiryaran civakê bikin nav tirs û xofê. Tevî ku qedexeye jî li Tirkiyeyê desthilat îşkence û zextê weke amûreke qutifandinê bi kar tîne.”

‘Dixwazin HDP’ê qels bikin’

Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogulari jî der barê mijarê de diyar kir ku nikarin HDP’ê têk bibin û bi van gotinan bertek nîşanî binçavkirnan da: “Armanca van operasyonan diyar e. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze ji bo hilbijartinên li pêşiya me hêviyekê ji xwe re bide avakirin. Her roj em dibin şahidê gelek bûyerên bi vî rengî. Dixwazin HDP’ê qels bikin lê HDP ne avahiyek an jî tabelayeke. Ew ê negihîjin armanca xwe. Lewre HDP ji ruhê gelan û hişmendiya demokratîk hêza xwe digire.”

‘Nikarin pêşiya me bigirin’

Di berdewamê de Hatîmogulari, bal kişand ser parvekirina Suleyman Soylû yên der barê operasyonê de û ev nirxandin kir: “Dema ku operasyon li HDP’ê û saziyên din tên kirin di medyaya sanal de êrîşan didin destpêkirin. Serkêşiya vê jî Suleyman Soylû dike. Ji bo ku dijminatiyê bikin her tiştî ji xwe re rewa dibînin. Her tiştên derew û bê exlaqî li cem wan heye. Di vê dema ku em kongreya xwe ya giştî pêk tînin de dixwazin bi van operasyonan meşa me asteng bikin. Lê ne bi derewên Soylû û ne jî bi astengiyan nikarin pêşiya me bigirin.”