7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Mîhrîcana Fusionê de 20 hezar alên YPG û YPJ’ê hatin hildan

Di 2’yê tîrmehê de li bajarê Larzê yê parêzgeha Mecklenburg-Vorpommern a li bakurê rojhilatê Almanyayê Mîhrîcana Fusionê ya muzîkê hat li darxistin. Di mîhrîcanê de bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmehê de li qadê 20 hezarî zêdetir alên YPG û YPJ’ê hatin vekirin.

Çepa Şoreşger-IL (Interventionistische Linke) piştgirî da vê kampanyayê û di daxuyaniya xwe de der barê Şoreşa Rojava de ev tişt got:“19’ê Tîrmeha 2012’an wek destpêka Şoreşa Rojava tê qebûlkirin. Projeya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di nav deh salan de bi ser ket. Li herêma ku şer û malwêranî hebû, tovê axa civakeke cuda hat reşandin. Bi saya enerjiya bêjimar a mirovan û azweriya wan dibe ku fikra konfederasyoneke demokratîk bi ser perçebûna neteweperest bikeve.

Şoreş, bi têkoşîna li dijî paşverûyên cîhadîst ên DAIŞ’ê û desthilatdariya tirk bi dayîna gelek cangoriyan îspat bû. Gef ji bo şerekî din li dijî Rojava tên xwarin. Di têkoşîna hebûnê de ji bo alternatîfeke civakî, tim sûd ji nakokiyên emperyalîst hatiye wergirtin. Em dixwazin spasiya we bikin: Ji ber ku we DAIŞ perçe kir û êzidiyan ji qirkirinê xelas kir. Ji bo hêz û berxwedana we ya li dijî emperyalîzm û neteweperestiyê, em spasiya we dikin. Ji bo teorî û pratîka femînîst a em ji we hîn bûn, spasiya we dikin. Û bi taybetî: Ji ber ku bi xêra we hêviya cîhaneke baştir ku hêj heye em spasiya we dikin.’’