28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hezaran li Qendîlê bi meşaleyan Newroz pîroz kirin

Bi hezaran mirov li kontarên Qendîlê gihiştin hev û bi meşaleyan Newroz pîroz kirin.

Şevê din bi hezaran kesên ku berê xwe dane Qendîlê bi meşaleyan agirê Newrozê geş kirin û meşiyan. Bi hezaran kesên bi meşaleyan meşiyan, ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadî xwestin.

Ciwan û gel bi hevre meşiyan, bi meşaleyên destê xwe de agirê Newrozê geş kirin û ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadî xwestin. Komek ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê bi meşaleyên xwe heya serê çiyayê Qendîlê meşiyan û bê navber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ qêriyan.

Girseyê heta danê siharê li Qendîlê Agirê Newrozê geş kirin û govend gerandin û stran gotin. Tê payîn di saet 12:00’an de pîrozbahiya Newroza li Qendîlê bi tevlîbûna hezaran kesî destpê bike. Wê di pîrozbahiyê de tevî peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ya bi dîmen, gelek peyamên din werin guhdarkirin.