5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bayê bênderê

Cîhan şahide ku her cara dengê dirûşma” dîn ji dest çû” hatiye, li wir dîn û dewlet bûne yek, zulm û qirêjî bi ser komelanên xelkê de barandine

Hilbijartinên dawî yên li Bakûrê Kurdistanê, gelek xalên dibin merşê de mabûn, eyan kirin. Muxalefeta tirk bi rast û piraniya çepên xwe ve li gor ribaba desthilatdarîyê govend gerandin. Her çiqasî ribab têra xwe rizyayî jî bû. Ger bê bîra me, du melodiyê wan hebûn ku li ser hev lêdidan.

Ma ne ji xwe serpêhatîyek cîhanê heye, dibêjin; ‘Mirov çiqasî derevê dubare bike, dawî derew dibe rastî.’ Ne ji min lê ji J. Gobbels bipirsin! Yek ji melodîya desthilatdarîyê ”Dîn ji dest çû” û ya din jî ”Dewlet parçe bû”.

Ola wan jî musilmantî bû.” ”Musilmanên radîkal” yên kurd derbasî rexê desthilatdarîyê bûn û hevldidin li dijî tevgera azadîxwazî kurd bibin alternativek siyasî. Em frêza wan baş dizanin. Di nav kurdan de oldarên li dijî nijadperestîya ereb, faris û tirkî derdikevin jî hene û kêm zêde wiha dibêjin; tirkan, farisan û ereban dîn ji xwe re bikaranîn û bûne dewlet. Ma çima kurd bi vî karî ranebîn?

Em bi ser kopalê vê sêhrê venebûne. Lê çaxa kurdan dest avêtiye dîn, her winda kirine. Van rojan, Peymana Lozanê di rojeva kurdan de ye. Serpêhatiya li Başûrê Kurdistanê ya serdema Şêx Mahmûdê Berzencî û herwiha di vî warî de hewladanên Mustafa Kemal Ataturk yên di nav kurdan de, li dijî kurdan hatine bikaranîn. Balkês e M.K Ataturk ji berpirsiyarên Ingiliz re digot kurd musilmanên tuj, bi gotonên îro radîkalin lê ji kurdan re digot em birayê hevdû yê musilmanin. Dîtina ku dibêje; ”Musilman hemû miletek (neteweyek) in ne raste, li dijî mafê carenus î kurdan e û gelek şikestin bi xwe re anîne. Lewra referensên me yên mîna tirk, ereb û farisan; ”Xelasîya kurdan ya dibin ala olîde,”xapînonik e. Kurdistan ne Afganîstan, ne Îran û ne jî Arabîstan e.

Em ji bîr nekin ku kurd û Kurdistan, bi reng û toleransa xwe ya olî tê naskirin. Di kûranîya hişmendiya nav komelanên xelkê de, bahwerî ya olî xalek tekakesî ye û ji bahwerîyê re çi qedexan û sînora danaynîn. Xelkê nav li vê toleransê û humanismê kirine. Berê li Amedê, law û keçên ji olên cuda yên nav bedenê, li kuçe û kolanên Iskender Paşa, mîna xwişk û birayên hevdû bûn. Di vî warî de hêja ye mirov li filmê ” Bilûra Nişo” meyze bike.

Kurd dibêjin kirîv ji malê ne. Îca li herema Torê xelkên musilman, xiristiyan, êzîdî û yên din, ji hevdûre digotin kirîv. Bi hevdû re wek malbatakê dijîyan. Lê dema dîn û dewlet destê wan di hevde, tevgerîyane, hovîtî li havîdor belav bûye. Bi biryara dewleta Osmanî ya xelk jê re dibêjin ”fermana Filehan’ re, hin axe û şêxên kurd bi dewleta Osmanlî re, di talan û qirkirina xiristiyan de, tiştê ji destên wan hat teksîr nekirin. Bîra li tenişta çemê Mêşê ya di navbera Çunguş û Çermûkê, Girê gundê Nisêbînê ya li Berfiratê, Dêra li başûrê çiyayê Germûşê, Dêra Ermenîyan ya li palana Girê Qoserê û buywrên li ser bîra li Girherînê, berhema Mehmed Uzun Hawara Dicle, çend ji şahidê me ne.

Li hember vê hovitîye, xelkê bi xwe xiristiyan parastine. Şêx Qutbettînê wêneyê wî li Dêra Zahferanê daliqanî lî dijî komkojiya xiristiyanan rabûye. Li Bohtanê û li gundê Nehilê, axayê Omeran Simoyê Mejdo nehiştiye xiristiyan bêne kuştin. Li bajarên Amedê, Mêrdînê û bajarên li dor û berên Feratê kêm malbat hene ku merivek wan î ermenî tunebe…

Di sala 1974 an di dagirkirina Qibrisê de, dengê ”ya alah bismillah” ji bin lingên lêşkerên artêşa TC bilind dibû. Civîna li Estilê ya bi slogana ” Allah û ekber, ya allah bismillah!” me ji bîr nekiriye. Û îro we bi çavê serê xwe ditînin bê çawa alên reş yên bi namluyên çekan ve girêdayî û li ser otomobîlan daliqandî bi çi hovîtîyê rabûn û radibin.

Cîhan şahide ku her cara dengê dirûşma” dîn ji dest çû” hatiye, li wir dîn û dewlet bûne yek, zulm û qirêjî bi ser komelanên xelkê de barandine. Van rojan, sirûdên bi zarokan yên li Batman û Amedê, parçek ji haziriyên kambaxîyek nû ne.

Azadîya bîr û bahweriyê, cudabûna dîn û dewletê ji hevdû li berjewendî ya kurdan e, li feyda mirov û nirxê mirovanîyê ne. Ji kurdan re bi sûd in. Lewra sekularîsm a (sekularizm û layiklik heman tiştin) li ser van herdû lingan, civatên modern û pêşketî ji xwe re hilbijartine û tevdigerin.

An jî wek Şex Maşûqê Xizna bi me dighîne: ”Li dewletên ku dîn ji siyasetê cuda kirine, xelk bêhtir tehamula hev dikin.”

Êdî dem hatîye ku kurd bêndera xwe carek din bidêrin û ji kaniyên xwe avê vexun!