Artêşa Afrîkaya Başûr ku di nava xwe de leşkerên ji 16 welatan dihewîne, da xuyakirin ku wan li bakur û rojavayê Mozambîkê 14 kes ji komeke çekdar a girêdayî çeteyên DAIŞ’ê kuştine. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Mozanbîkê rojên 19 û 20 meha kanûnê şerekî dijwar di navbera artêşa Mozambîk û komeke çeteyên girêdayî DAIŞ’ê qewimiye û di encamê de leşkereke hêzên artêşa Afrîkayê hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Ji tîrmeha borî de, zêdetirî 3 hezar leşkerên Afrîkî, ku piraniya wan ji Rawanda û Afrîkaya Başûr bûn, piştgirî dan artêşa Mozambîkê, ku di şerê li dijî alîgirên alîgirên DAIŞ’ê de zehmetiyên mezin kişandibûn.
Hêjayî gotinê ye ku ji beriya nêzî 4 salan li vê herêma nêzî sînorê Tenzaniyayê gelek gund ji alî wan komên çete ve hatin şewitandin her wiha serê gelek mirovan jê kirin û gelek kes ku di nav wan zarokên biçûk jî hebûn revandibûn.