26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

FBI: Erebistana Siûdî dibe xwedî fûzeyên balistîk

Li gorî raporeke ku li ser tora medyayê ya CNN’ê hatiye belavkirin di van çend mehên dawî de îstixbarata DYA’yê gihaye hin agahiyên der barê hewldanên Erebistana Siûdî ku bibe xwedî fûzeyên balistîk. Li gorî wan agahiyan Siûdiyê bi alîkariya lojîstîk a Çînê dixwaze bibe xwedî fûzeyên balistîk ên pêşketî.

Wekî tê zanîn berê jî Erebistana Siûdî hin fûzeyên balistîk ji Çînê kirîbûn lê heta niha nikaribû ku bi xwe fûzeyên xwe çêbike. Li gorî wan agahiyan êdî Siûdiyê dê bikaribe bi alîkariya lojistîk a Çînê bi xwe fûzeyên xwe çêbike.

Di vê der barê de li gorî heman çavkaniyê serokê DYA’yê Joe Biden niha amadekariya hin dane û ambargoyan dike, li dijî hin aliyên ku teknolojiya çêkirina fûzeyên Çînê yên balistîk vedihuhêzin Erebistana Siûdî.

Her wiha li gorî hin wêneyên satalaytê ku tora medya ya CNN’ê bidest xistine, destnîşan dikin ku niha Siûdiyê bi kêmanî li cihekî wan fûzeyan çêdike.