3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Îranê li Esfehanê 10 jin binçav kirin

Hêzên dewleta Îranê li bajarê Esfehanê di serdegirtina malan de 10 jinên Belûcî binçav kirin. Derbarê aqûbeta wan jinan tu agahî nehatine parvekirin

Li gorî nûçeyan NûJînha`yê, li bajarê Esfehan yê Îranê erkderên dewletê bi awayekî hemwext girtine ser gelek malan. Hat ragihandin ku serdegirtina malan a 21’ê Cotmehê de 10 jinên Belûcî hatine binçavkirin û tiştên wan ên şexsî hatine desteserkirin.

Navê 10 jinên Belucê ên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin wiha ne: Prasto Hosseini, Arzoo Sobhanian, Yeganeh Roohbakhsh, Shana Shoghifar, Bahare Lotfi, Neda Badakhsh (Agah), Mozhgan Shahrezaei, Yeganeh Sahi, Negin Khademi û Neda Emadi.

Nehat zanîn ku jin ji ber kîjan sedemê hatine binçavkirin an birine ku derê. Hat zanîn ku Yaganeh Masahi berê jî hatibû binçevkirin.