6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên ereb azadiya Rêberê PKK’ê Ocalan xwestin

Însiyatîfa Ciwanên ereb ên Şengalê beşdarî pêngava  “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ ku di asta navnetewî û Şengalê de hatiye destpêkirin bûn. Ciwanan anîn ziman ku Ocalan Rêberê Gelan e

Însiyatîfa Ciwanên ereb ên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tevlî pêngava navnetewî ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûn. Ciwanên ereb di vê çarçoveyê de pêngava Rêveberiya Xweser û demokratîk ya Şengalê ya bi dirûşma, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ ku di 21’ê cotmehê de dabûn destpêkirin, silav kir û ragihandin ku ew ê jî bi awayeke çalak tevlî pêngavê bibin.

Endama Însiyatîfê Emîra Hemed daxuyanî da. Emîra diyar kir, Rêber Ocalan di heman demê de Rêberê gelane û got: “Rêber Ocalan rêya azadî û demokrasiyê nîşan da û îradeya jiyana azad xurt kir.”

Emîra anî ziman ku têkoşîna Rêber Ocalan bi şerên olî û qewmî re jî heye û got: “Di nava şerên etnîkî, olî û mezhebî de, Rêber Ocalan çanda yekîtiya gelan û baweriyan afirand. Rêber Ocalan ji bo parastina çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn, parastina hebûna wan ked da û her tim rêya xwerêxistinkirin û xweparastinê nîşan da.”

Emîra Hemed jî bi navê ciwanên Êzidî daxwaza naskirina xweseriya Şengalê ji hikûmeta federal a Iraqê kir û  rêveberiya xweser ya Şengalê nas bike û diyar kir ewê ji bo wê têbikoşin.

Emîra Hemed axaftina xwe, wiha dewam kir: “Em di wê baweriyê de ne ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li ser hemû gelên bindest, çand û baweriyên qedîm ên li Rojhilata Navîne. Hêzên desthilatdar dixwazin polîtîkaya şer, di navbera gelan de, di navbera ol û baweriyên cuda de kûr bikin. Ev polîtîkaya şer ji bo hemû gelên herêmê tê wateya qirkirineke nû. Yê ku dikare pêşî li siyaseta şer bigire û rêya azadiyê ji gelan re veke Rêber Abdullah Ocalane. Azadiya Rêber Ocalan wê li Rojhilata Navîn qonaxeke nû bide destpêkirin. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar ji ber ku naxwazin dengê Rêber Ocalan bigihêje gel, tecrîda xwe kûrtir dikin. Ji ber vê sedemê ye azadiya Rêber Ocalan di serî de azadiya gelan tê dîtin.”