15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê YNK bi aliyên siyasî yên Başûr re bicive

Di rojên pêş de dê şandeyek bilind a YNK’ê bi serokatiya Bafil Talebanî serdana partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike

Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyek taybet ji nav YNK’ê hatine girtin, wê di rojên pêş de şandeyek bilind a YNK’ê bi serokatiya Bafil Talebanî û endamên partiyê Îmad Ehmed, Derbaz Kusret Resûl, Rêwaz Fayeq û Sedî Pîre pêk tê, serdana tevayî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike.

Çavkaniya taybet li ser armanca serdanê jî got; “Armanca serdanê yekxistin û yekhelwestiya qada siyasî ya Kurdistanê û lihevkirina li ser tevayî pirsgirêk û astengiyên ku li ber pêvajoya siyasî ya Herêmê hene ye.”

Heman çavkaniyê aşkere kir ku heta niha serkirdayetiya YNK’ê ji ber hin sedeman biryar nedaye serdana Tevgera Nifşê Nû bike.

Têkildarî serdanê Berdevkê Fermî yê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre jî ji Rojnews re got, di çend rojên pêş de wê civîna serkirdayetiya YNK’ê pêk were û biryar li ser dem û roja serdana şandeyê ya ji bo aliyan bê dayîn.