spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser dosyaya têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji NY’ê re şand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dosyayek der barê êrişên dewleta tirk de amade kir û ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û sazî û dezgehên din ên navneteweyî re şand.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta tirk ên di navbera 4-10’ê cotmeha 2023’yan de dosyayek amade kir. Di dosyaya behsa xeberê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk 304 êriş li dijî 224 qadan pêk anîne. Ji van êrîşan 221 jê bi top û çekên giran, 83 jê bi dronan û balafirên şer pêk aniye.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku di êrîşan de tesîsên gaz û petrolê, santralên ceyranê, stasyonên avê û navendên tenduristiyê, kampên Waşûkanî û Rojê û bi dehan gund hedef girtiye. Di êrişan de 5 jê kobaneyî bi giştî 47 kesan jiyana xwe ji dest dane û 55 kes jî birîndar bûne.

Di binesaziyê de texrîbateke mezin pêk hat

Hat diyarkirin ku di êrişan de ziyaneke bi qasî 56 milyon dolaran gihiştiye binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Dosyaya ku ji hêla Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser ve hatiye amadekirin, ji sazî û dezgehên navneteweyî re hate şandin. Di nava navnîşanên ev dosya jê re hatine şandin de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) jî hene.

Sazî, dezgeh û siyasetmedarên Ewropayê yên dosya jê re hatine şandin ev in:

– Cîgirê Sekreterê Giştî yê ji Mafên Mirovan Berpirsyar ê NY’ê û Koordînatorê Rewşên Lezgîn Martin Griffiths.

– Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY’ê Geir Pedersen.

– Nûnerên NY’yên DYA, Ingilistan, Fransa, Almanya, Swêd, Fînlandiya, Hollanda û Yewnanistanê yên li Cenevreyê.

– Konseya Mafên Mirovan a NY’ê.

– Komîteya Lêkolînan a NY’ê.

– Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê.

– Organîzasyona SÎTÎM’ê ya Swîsreyê.

– Enstîtûya Lêkolînên Bilind a Cinevê.

– Dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî.

– Yekitiya Ewropayê, wezaretên karên derve yên Belçîka û hollandayê.

– Parlamenterên Ewropa û Belçîkayê.

– Partiyên siyasî î şexsiyetên Belçîka, Hollanda û Luksemburgê.

– Sazî û dezgehên sivîl ên navneteweyî yên Belçîkayê.

– Serok, endam û serokên partiyan ên parlamentoya Awûsturyayê û Ewropayê.

-Wezareta Karên Hundir û Karên Derve ya Ewropayê.

– Sazî û dezgehên çapemenî, navendên lêkolînan û alîkariya mirovî ya Awûstûryayê.