spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberên HDP’ê serdegirtina avahiya xwe şermezar kir

Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî serdegirtina avahiya partiyê da

Polîsan îro di danê sibehê de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û malan de girtin. Polîsan di serdegirtinan de endamê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Umut Hakkolu binçav kirin. Di serdegirtina avahiya partiyê de pirtûk, komputer û wêneyê Mazlum Dogan desteser kirin. Nûner û rêveberên HDP û HEDEP’ê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî da. Parlamenterên HEDEP’ê yên Şirnexê Newroz Uysal Arslan û Mehmet Zekî Îrmez, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên DBP û HEDEP’ê jî amade bûn.

Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen di daxuyaniyê de diyar kir ku her sal bi awayeke keyfî bi ser avahiya partiya wan a navçeyê de tê girtin û wiha got: “Ev bû sê car ku bi ser avahiya partiya me de digirin. Di van serdegirtinan de li avahiya me û li ser hevalên me lêgerîn tê kirin. Îro di danê sibehê de jî heman tişt kirin. Em vê nêzikatiyê şermezar dikin. Çiqas êrişî me bikin jî em ê xwe li ber wan netewînin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê di daxwaza azadî û wekheviyê de paşvegav neavêjin. Banga me ji bo gelê me ew e ku xwedî li partiya xwe derkevin.”

Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî bertek nîşanî serdegirtina avahiya HDP’ê da û wiha got: “Vê serê sibehê êr,şî avahiya me kirin. Di vê serdegirtinê de agahî nedane tu endam û rêveberên me û beyî agahiya wan di avahî de lêgerîn kirine. Îktîdara AKP’ê îro bi vî awayî dest bi xebatên hilbijartinê kiriye. Hevalên me binçavkirin dikin. Lê em dibêjin ku gelê Cizîrê li dijî komkujiya we û li dijî zilma we serî netewandiye û dê netewîne jî. Weke kesên ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin me tu carî serî netewand û dê netewînin. Dê têkoşîna me bidome.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.