Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku hêzên bejahî îro dest bi tatbîaqtan kiriye û zêdetirî 200 helîkopter tên ceribandin. Hat ragihandin ku tatbîqat dê 2 rojan dewam bike.
Berdevkê artêşa Îranê Emîr Tişîşek jî got ku tatbîqatên ku berê plana wan hatî kirin, bi armanca bersivdayîna gef û êrîşên muhtemel ên dijberî Îranê pêk tên.
Tişîşek da zanîn ku artêşê ji bo tatbîqatê hêz û pêdiviyên leşkerî ji 7 herêman veguhastine devera Nasr Abad a girêdayî herêma Esfehanê ya navarastê welêt.
Balkêş e ku ev tatbîqat hemwextî şerê navbera Îsraîl (hevalbenda Amerîkayê) û Hemasê (hevalbenda Îranê) tên kirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku fermandsarên Îranê piştî şerê di navbera Hemas û Israîlê de gelek caran gef li Israîl û Amerîkayê xwarine.
Her wiha piştî ku hin hêzên girêdayî Îranê li Sûriye û Iraqê êrîşî hin bargehên Amerîkayê kirin hişyariyeke tund ji Îranê hate kirin. Amerîkayê Îranê hişyar kiriye ku bi riya milîs û komên çekdar ên girêdayî xwe li Sûriye û Iraqê li dijî leşkerên Amerîkayê nekevin nava liv û tevgerê.