11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hemas: Heta agirbest çênebe diyaloga ji bo dîlan nabe

Hemasê da xuyakirin ku ew bazar û diyaloga ji bo serbestberdana dîlên israîlî û biyanî yên di destê xwe de qebûl nake beriya ku agirbestek were pêkanîn û êrîşên li dijî Xezayê werin rawestandin

Israîl dixwaze ku Hemasê dîlên di destê xwe de berde û li hemberî wê dê Israîl destûra alîkariyan û elektrîkê ji bo Xezayê bide, lê Hemasê nêzî vê bazarê nabe û dibêje heta ku êrîşên li dijî Xezayê neyên rawestandin ew bazara li ser dîlên di destê xwe de nake.

Ji me re dem lazim e

Rojnameya Kommersant a Rûsiyayê îro ragihand ku rêberê tevgera Hemasê di nav şanda ku duh serdana Moskovayê kiribû, de cih girtibû. Her wiha li ser zimanê rêberê vê tevgerê gotiye heta ku agirbest pêk neyê ew girtiyan bernadin.

Wî her wiha diyar kir ku Hamas ji bo dîtina hemû girtiyên ku bo Xezayê hatine veguheztin pêwîstî bi demê heye, nemaze ku hin ji wan di destê komên din ên Filistînê de ne û got ku pêwîstî bi şert û mercên aram heye.

Ji bo pêkanîna vê erkê

Li gorî heman çavkaniyê şandeya Filistînê bal kişandiye ser wê yekê ku ji ber bombebarana Israîlê li ser Xezayê heta niha 50 dîlên di destê wan de  jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye ku duh artêşa Îsraîlê ragihandibû ku hejmara dîlên li Xezayê derketiye 224’an û dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.