17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên navneteweyî berpirsiyar in

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê û derdora wê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek belav kir. Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha got: “Niha Kantona Kobanê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û balafirên wê yên bêmirov ên biçek ve tê topbaran kirin. Di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn. Ev êrîşên dewleta tirk a dagirker berdewamiya nêzîkatiyên wê yên êrîşkar ên ji bo tirsandin û koçberkirina gel û valakirina herêmê ye. Berpirsiyariya van êrîşan dewletên garantor ango Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ne. Ji ber ku parastina van herêman ji êrîş û destdirêjiyan girtine ser xwe.”
Her wiha Nivîsgeha Ragihandinê jî li ser hesabê medyaya dîjîtal ên Rêveberiya Xweser hişyarî da gel û destnîşan kir ku ji ber bombebarana bêserûber ya Tirkiyeyê pêwîste her kes di malên xwe de bimîne.
Tirkiye ji danê sibehê ve navenda bajarê Kobanê û gundên li rojhilat û rojavayê wê topbaran dike. Di encama topbaranê de zarokek şehîd bû û 3 kes jî birîndar bûbûn. Her wiha hat ragihandin ku di êrîşan de ciwanê bi navê Ela Îbo (19) li taxa Kobana Nû birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku topbarana li ser herêmê berdewam dike.