12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk seranserê sînorê rojavayê Kurdistanê topebaran dike

Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê artêşa tirk li seranserê sînorê rojavayê Kurdistanê  bê ser û ber dide ber topan. Ji Efrînê heta bi Kobanê û heta bi gundên Amûdê û Tirbespiyê ji alî artêşa tirk ve tên topebarankirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANHA’yê ji herêmê agahî dan ku gundên Erîda, Leqleqo, Sewan, Xirbet Beqer û Kopirlek ên gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi çekên giran ji aliyê dewleta tirek ve tên topbarankirin.

Di heman demê de 3 gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagikirî, 6 gundên rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, navenda bajarê Kobanê û gundên Boban, Siftek, Sêlim û Aşmê yên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê yên li rojavayê bajarê Kobanê, her wiha bajarokê Şêxler Jorîn ê li hember bajarê Cerablus ê dagirkirî yê li qiraxa rojhilatê Çemê Firatê, topbaran dike.

Li Zirganê zarokek birîndar bû

Li gorî heman çavkaniyê artêşa tirk beriya çend îro jî navenda navçeya Zirganê ya kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kir. Di encama topbaranê de zarokê bi navê Temîm Feysel Hemed (11) birîndar bû.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa tirk bi awayekî hemwext navenda bajarê Kobanê, gundewarê Kobanê, gundên navçeya Til Temir û gundên bajarê Girê Spî û navçeya Şêrawa bi çekên giran topbaran dike.