28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di salekê de azmûna desthilata Talîbanê

Piştî salekê ji desthilatiya Talîbanê ya Afganistanê gelo çi guhertin bi xwe re anî û niha ev welat di çi rewşê de ye. Tevgera Talîbanê di 15 tebaxa 2021’ê de piştî şerên dijwar, hikûmeta Afganistanê hilweşand û bû desthilatdara vî welatî.

Piştî salekê ji vê desthilatiyê hin guhertinên ber biçav ew bûn ku heta radeyekê pejirandina tundiyê li wî welatî kêm bûye, gelek serkêşê artêşê yên berê vegeriyan welatê xwe û li sazî û dezgehên dewletê bicih bûn.

Li gorî Gerînendeyê Navenda Ragihandin û Lêkolînan a Afganistanê Abdulcebar Bihêr ku ji ajansa Skey News’ê re axiviye wiha dibêje: “Tevî ku Talîbanê nikaribû pergaleke ku ji aliyê navdewletî ve bê pejirandin damezirîne û destûreke nû ji welat re deyne lê tevî wê yekê Talîbanê dikarîbû bi muxalefetê re diyalogê bike.”  Bihêr di berdewama axaftina xwe de dibêje ku vegera gelek rayedarên berê yên artêşa Afganistanê û hêzên ewlekariyê nîşaneya serkeftina Talîbanê ye.

Ji aliyê aborî ve ji ber gelek sermayedaran malên xwe ji Afganistanê derxistin,  alîkariya navdewletî bi desthilata Talîbanê re gelekî kêm bû, pereyên Afganistanê li bankayên derve hatin cimidandin û nerazîbûna gelek bankayan bi dan û standina bi Talîbanê re tev bûn sedem ku di warê aborî de krîz derkeve.

Li Afganistanê gelek kesan karên xwe winda kirine û feqîrî û xizanî li seranserê vî welatî belav bûye.

Her wiha heman çavkaniyê cih daye gotinên lêkolînera afganî Fatma Hikmet ya derbarê aboriyê de. Fatma Hikmet di vê der barê de wiha dibêje: “Ji ber rawestandina alîkariyên navdewletî û di bin van sînor û qeydên ku tevgera Talîbanê li ser karmendan ferz kiriye, rewşa aborî ne zelal e.”

Têkiliyên navdewletî

 Tevî ku têkliyên Afganistanê di bin desthilatiya Talîbanê de bi welatên derdorê, Çîn û Rûsyayê re baş û xweş in lê heta niha di qada navdewletî de bi fermî nehatiye pejirandin.

Der barê vê mijarê de jî Bihêr wiha dibêje: “ Talîbanê di serî de sefaretên Rûsya û Çînê, dema dawî de têkliyên xwe bi 15 sefaretên cuda re daniye û sefareta Yekitiya Ewropayê jî dîsa li Kabîlê karê xwe dike.”

Mafên mirovan

Li gorî agahiyên navenda lêkolînan a heyeta Neteweyên Yekbûyî ku bala xwe dide ser mafê jinan, jinên afganî di vê sala derbasbûyî de, di serî de di warê perwerdeya jinan de, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane. Ev jî wekî aliyê neyênî yê desthilata Talîbanê derdikeve pêş. Her wiha dosya Talîbanê ya di warê mafê mirovan de jî û mafê kêmarên ku li Afganbistanê dijîn de rastî gelek nerazîbûnan tê û kêmasiyên mezin di wî warî de hene.