27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzgeha Siwêda ya Sûriyeyê jî mînakeke xweseriyê ye

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re ji ber siyasetên hikûmeta Şamê ku alîkarî ji hêzên kapîtalîst xwest, ên ku bi bihaneya “parastina aştiyê û şerê terorê” dest di herêmê werda, parêzegha Siwêdayê li hember krîza li welêt bêalîtî hilbjiart û bi rêya xwebirêxistinkirin û rêvebirina kar û barên xwe bi xwe, xeta sêyemîn hilbijart. Gelo teaybetmendî û girîngiya Siwêdayê çi ye? Siyasetên ku hikûmeta Şamê li hember helwesta wan meşandine, çi ne?

Parêzgeha Siwêdayê

Parêzgeha Siwêdayê li başûr rojavayê Sûriyê ye û nêzî Şamê ye. Li bakurê wê parêzgeha gundewarê Şamê, li başûrê wê Urdin, li rojavayê wê Dera û li rojhilatê Siwêdayê jî çolistana Şamê ye. Siwêda bi “Cebel El Ereb anku Çiyayê Ereban” tê nasîn, ji ber ku azadîxwazên Sûriyê yên li dijî mêtingeriya Fransayê şer kirin, hembêz kirin û bû dendika Şoreşa Mezin a Sûriyê (1925) ya bi fermandariya Sultan Başa El Etraş ku piştî wê şoreşê Sûriye serxwebûna xwe bi dest xist.

Nifûsa wê nêzî 770 hezar e, ji sedî 11 ji wan xiristiyan in (piraniya wan ortodoks in), ji sedî 2 misilman û rêjeya herî mezin a nifûsa Siwêdayê durzî ne ku ji sedî 88’ê niştecihên parêzgehê ne.

Durzî kî ne?

Durzî ku navê “El Muwehîdîn” li xwe dikin, tayîfa û etnîkek olî ye bi mezhebê ‘tewhîd’ anku yekxwedayî bawer dikin, ku esilê wê vedigere mezhbehê îsmaîliyan ku yek ji mezhebên ola îslamê ye di Dewleta Fatimî de ya sedsala 10`emîn e. Koka durziyan vedigere rojavayê Asyayê, nifûsa wan li cîhanê nêzî 2 milyonan e. Di radeya yekê de li Sûriye, Lubnan û Îsraîlê dijîn.

Durzî bi hevgirtina xwe ya civakî, çandî û siyasî tên naskirin. Tevî ku ew bi temamî li welatên ku lê dimînin tev li civakên wan bûne jî, lê wan civakên hevgirtî û girtî ava kirin û ji bilî durziyan kes nikare tev li wan bibe.

Têkoşîna û komkujiyên li dijî durziyan

Durzî bi hêsanî li welatê Şamê bi cih nebûn ji ber ku xwedî taybetmendiyên serxwebûnê ne. Ew rastî gelek astengî, hewldanên tunekirin û qirkirinê hatin ku ji beriya hezar salî ve bi hezaran qurbanî dan. Rastî gelek karesata hatine; karesata Decal (1021-1026) ku li ser destê xelîfeyê heftemîn ê dewleta Fatimî Ebûl Hesen Zahîr Bîllah (Zahîr) pêk hat, ya Antakyayê (1032.Z) ku ji aliyê Mîrdasî û Roman ve hat kirin, Şerê Ekar (1548) ku bi Osmaniyan re şer kirin û di wî şerî de nêzî 60 hezar qurbanî dan. Her wiha li welat rûxandin û talan pêk hat û bi dehan gundên ewle yên durziyan hatin tunekirin. Şerê Keserwan jî sala 1860`î li Lubnanê di navbera durzî û Maroniyan (xiristiyanan) de pêk hat û bû sedema pêleke mezin a koçberiya durziyan ber bi Cebel El Ereb ê li Sûriyê ve.

Durziyan, tevî hejmara xwe ya kêm jî, roleke girîng di siyaseta Sûriyê de lîstin. Durziyên çiyayên başûr rojavayê Sûriyê di siyaseta welat de bûn hêzeke aktîv, her wiha di têkoşîna li dijî mêtingeriya Fransayê de ya bi fermandariya Sultan Başa El Etraş bi roleke pêşeng rabûn.

Ji nava durziyan gelek kesayetên leşkerî yên ku Şoreşa Mezin a Sûriyê di navbera salên 1925-1927`an de bi rê ve birine, derketin. Di sala 1945`an de fermandarê siyasî yê bilind ê çiyayê durziyan Sultan El Etraş, yekîneyên leşkerî yên durzî di têkoşîna li dijî mêtingeriya Fransayê de bi rê ve birin. Bi wê yekê, çiyayê durziyan bû herêma Sûriyê ya yekane û ya destpêkê ku bêyî alîkariya Brîtanyayê xwe ji hikumê Fransayê xilas kiriye û heta derketina Fransayê ji Sûriyê di 1946`an de li ber xwe daye.

Piştî serxwebûnê, durziyan texmîn dikir ku li ser fedekariyên wan di qada şer de, Şam wan xelat bike. Wan banga parastina rêveberiya xwe ya xwerser kir, ku di dema mêtingeriya Fransayê de ava kiribûn, wê demê alîkariya aborî ji “hikûmeta” ku nû serbixwe bi dest xistiye, xwestin.

Di serdema mêtingeriya Fransayê de, Sûriye bo dewletên demkurt hat parçekirin; dewleta Şamê (1920), dewleta Helebê (1920), dewleta Çiyayê Elewiyan (1920), dewleta Çiyayê Durziyan (1921) û dewleta Senceq Îskenderon (1921) ku niha ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin.

Lê belê, bûyerên ku ji ber desthilata li ser hikûmê Sûriyê qewimîne, dijberî daxwazên durziyan bûn. Durzî ji aliyê desthilata hikûmdar a wê demê li Sûriyê rastî hemleyên çewisandinê hatin. Di 4 salên hikumê Edîb El Şîşeklî li Sûriyê de (1949-1954) civaka durzî rastî êriîşeke tund hat. Wî bawer dikir ku di nava hevrikên wî de, durzî yên “herî xeter” hene û bi îsrar bû ku wan tune bike. Gelek caran xîtabên wekî “Dijminên min wekî mar in: serî Çiyayê Durziyan e, mîde Hums e, dûv jî Heleb e, dema tu pê li serî bikî dê mar bemire.”

Di wê çarçoveyê de, Edîb El Şîşeklî 10 hezar leşker ji bo dagirkirina çiyayê Durziyan şandin, bi çekên giran hejmareke bajarên wan topbaran kirin, di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin, gelek mal hatin rûxandin. Her wiha ji bo teşhîrkirina durziyan ji ber ol û siyaseta wan, hemleyeke hov dan destpêkirin û tevahî civaka durzî bi xiyanetê tawanbar kirin. Hin caran jî hat îdiakirin ku ew ajanên Brîtanyayê û Haşimiyan in û îdia kirin ku hinekên din ji bo Îsraîlê li dijî Ereban şer kirine. El Şîşeklî “nivîsên olî yên durziyan yên sexte” û şahidiyên derew belav kirin û ew spartin şêxin durziyan, da ku kîna tayîfî derxîne. Piştî wan hemleyanl, Edîb El Şîşeklî di 27`ê Îlona 1964`an de li Brezîlyayê, wekî tolhildan bi destê durziyekî hat kuştin.

Piştî ku Partiya Baasê hat ser hikumê Sûriyê, siyasetên çewisandinê yên li dijî durziyan dewam kirin. Di sala 2000`î de rageşî di navbera durzî û bedewiyên Siwêdayê de derket. Rageşî ji ber vê yekê bû; hin bedewiyên ser bi saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ve urfên civakî yên li herêmê binpê kirin. Ya rast, ne şerekî bi bedewiyan re bû wekî ku medyaya hikumeta Şamê binavkirî û propagandaya wê kirî, di rastiyê de bedewî ne aliyekî sereke yê şer bûn. 25 kuştiyên di şer de çêbûne bi guleyên hikumeta Şamê hatin kuştin, li ser wê yekê li qadên bajêr xwepêşandan derketin, hikumetê bi lez û bez bi rêya derxistina fitneyê û bikaranîna tundiyê li djiî şêniyan, ew tevger çewisand.

Di aloziya Sûriyeyê de rewşa Siwêdayê

Ev senaryo piştî derketina aloziya Sûriyê di 2011`an de jî dubare bû. Siwêda ji parêzgehên yekemîn ên Sûriyê bû ku beşdarî xwepêşandanên li welêt bû. Lê dîsa hikumetê tavilê ew xwepêşandan çewisandin û gelek ciwanên Siwêdayê binçav kirin.

Hêdî hêdî, tevgera gel li Siwêdayê ji holê rabû. Durziyan di bin dirûşmeya “parastina xak û namûsê” de bêalîtî hilbijartin û karîbûn partiyên siyasî û komên leşkerî yên xwecih ava bikin da ku kar û barên xwe bi xwe bi rê ve bibin.

Gelek hêzên siyasî û leşkerî hatin avakirin, yên sereke: Tevgera Rîcal El Kerame ku bi destê şêx Wehîd El Belûs hat avakirin da ku nehêle saziyên ewlehiyê yên Şamê ciwanên ku leşkertiyê red dikin, binçav bike. Lê belê di 2015`an de, di teqîneke xwîndar de fermandar û damezirênerê tevgerê hat kuştin.

Li Siwêdayê komên leşkerî

Beşê yekemîn, komên li hember aloziya Sûriyê xwedî helwesteke siyasî ya bêalî ne. Hewldanên wê ji bo parastina niştecihên herêmê ji hemleyên binçavkirinê yên îstixbarata hikumeta Şamê ne û li hember êrişên terorê bi taybetî yên DAIŞ`ê welatiyan diparêzin û ewlekariya hundirîn kontrol dikin.

Beşê duyemîn jî, bi temamî bi hikumeta Şamê û saziyên wê yên ewlehiyê re ye û bi koordîneya pê re li gorî nêrîna wê kar dike.

Komên leşkerî yên bê alî

Tevgera Rîcal El Kerame: Mezintirîn komên xwecih ên Siwêdayê ye û li piraniya herêmên wê belav dibe. Sala 2012`an ji aliyê Wehîd Fehid El Belûs ve hat damezirandin, lêvegera wê ya olî Şêx Rakan El Etraş û Şêx Yehya El Hecar e. Ji girîngtirîn sedemên ku hiştin lêvegerên olî û şêxên wan vê tevgerê ava bikin, ew e ku bi nêrîna wan lêvegera olî ji rêgeha bêalîtiyê derketiye û di gelek cihan de li aliyê hikumeta Şamê bûn. Ji lew re, pêdivî hebû ku tevgereke koordîneyê di navbera şêxên ciwan de hebe, da ku ciwanên durzî dûrî şerê Sûriyê bixin. Wehîd El Belûs dirûşma “Xwîna sûrî li ser sûrî heram e” rakiribû.

Vê tevgerê gelek caran destwerdan kir û zext li hikumeta Şamê da ku girtiyên durzî berde. Partiya Pêşverû ya Sosyalîst a Lubnanê ku Welîd Cinbilat serokê wê, piştgiriya tevgberê dike. Hin raporan destnîşan kir ku tevgerê destek ji vê partiyê girtiye.

Damezrênerê tevgerê Wehîd El Belûs di Îloba 2015`an di teqîna li dijî karwanê wî li parêzgeha Siwêdayê, tevî bi dehan çekdarên tevgerê hatibû kuştin. Îstixbarata hikumeta Şamê bi kuştina El Belûs hatibû tawanbarkirin. Ji ber ku El Belûs beriya kuştina wî gelek helwestên wî yên hişk girêdayî leşkerkirina ciwanên parêzgeha Siwêdayê, hebûn. Kuştina wî piştî çend hefteyan ji gotina wî ya navdar “Rûmeta me ji Beşar Esed bihatir e” pêk hat.

Hêzên El Fehid: Ji aliyê Selîm El Hemîd ve hat damezrandin û li gundên Qenewat, Etîl û Mefale bi cih dibin. Gelek çekdarên ku piştî kuştina Wehîd El Belûs ji tevgera Rîcal El Kerame qut bûne, her wiha hin endamên tevgerê yên dijberî feraseta wê jê qut bûne, tev li vê hêzê bûn.

Hêzên Şêx El Kerame: Zarokên Şêx Wehîd El Belûs, Fehid û Leys piştî kuştina bavê xwe ev hêz ava kirin û Yehya El Hecar fermandariya tevgera Rîcal El Kerame kir. Zarokên El Belûs li dijî wî derketine ku tenê armancên wî parastina kesên tev li artêşa Sûriyê nabin in, lê belê nakeve pey rêbir û bazirganên madeyên hişbir.

Bajarê Selxed cihê sereke yê Hêzên Şêx El Kerame ne, ku tolhildana kuştina Şêx Wehîd El Belûs wek dirûşm esas girtin. Her wiha gundê Erman bû yek ji cihên vê komê, piştî ku koma “Erman Miftah El Herayib” di Adara 2019`an de tev li vê kom bû.

Têkiliya di navbera hêzên Şêx El Kerame û Rûsya de bi nakok e. Şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê di civîneke di Hezîrana 2018`an de ji rûspiyên Siwêdayê re tekez kir ku herêmên di bin serweriya hêzên Şêx El Kerame de, di bin serweriya rêxistineke “terorîst” de ne. Di heman demê, wê hêzê daxyanî da û Rûsya wek “hêzeke dagirker” bi nav kir.

Ketaib El Miqdad: Li gundên El Mera û Erman yên parêzgeha Siwêdayê çalak in, serokê wan ê xwecihî Sair Feyda e. Ji dema ku ev kom ava bûye ve, beşdarî şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû dema ku bi ser gundên rojhilatê Siwêdayê de girtibû.

Hêzên siyasî yên sereke jî, Partiya Lîwa ya Sûriyê ye ku komeke muxalîfên Sûriyê yên li Siwêdayê ava kirin. Armanca wan vegerandina rola rastîn a durziyan e yên ku bi zanabûn ji dîmeên siyasî li Sûriyê ji beriya bi dehan salan ve hatin dûrxistin, avakirina desteyeke hikumê demkî tevî hemû mafên wê da ku desthilat bi awayekî aştiyane û asayî bê veguhestin û avakirina dewleteke demokratîk li gorî destûrê.

Siyasetên hûmeta Şamê li hember Swêdayê

Hikumeta Şamê nikarî civaka durzî tev li komên îslamî yên dijberî wî bike, ji ber ku ne ji tayîfeya sunî ne. Lê belê bi zanabûn û ji hundir be hewl da civakê ji hev bixe. Ev yek bi rêya belavkirina çekan bê ser û ber di nava civaka Siwêdayê de, avakirina gelek komên çekdar û komên olî kir, ku tenê ciwanên oldar di nava xwe de dihewîne û îdia dike ku parêzgehê diparêze. Ew kom bi hevkariya ewlehiya leşkerî ya navendî û şaxên wê yên li herêmê li dijî şêniiyan ketin dewrê û her kesê ku şaxê ewlehiya leşkerî destnîşan bike, kuştin, revandin û talan kirin. Her wiha rewşa aborî ya xirab bi kar anî û di nava xwe de yên ji bo leşkertiyê tên xwestin bi cih kirin.

Ji nû ve xwepêşandan

Piştî ku hikumeta Şamê bi rêya komên xwe tevlihevî li Siwêdayê derxist, ku wan koman kuştin, revandin, dizî, qaçaxî û bazirganiya madeyên hişbir dikir. Her wiha ji ber rewşa jiyanî ya xirab, di destpêka sala 2020`an de bi dirûşmeya “Em dixwazin bijîn, na ji gendelî û paşguhkirinê re” xwepêşandan derketin. Ew xwepêşandan di 2022`an de gihîştin lutkeyê û xwepêşandêran banga “hilweşandina rejîma Sûriyê” û pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmar 2254’an kir ku banga veguherîna siyasî ya li Sûriyê, berdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa wan dike.

Hikumeta Şamê bi hemû rêbazan hewl da xwepêşdanên li herêmê biçewisîne û ji rê derxîne. Ji bo wê, sewqiyatên leşkerî şandin wir û ew bi vegera DAIŞ`ê tirsandin. Hin caran jî xwepêşandêr bi ajantiya ji derve re bi taybet ji Îsraîlê re tawanbar kirin, yan jî bi rêya komên xwe tevlihevî li herêmê serwer kir.

Sedema sereke ya van xwepêşandan ku bê çareserî rawestiyan, zîhniyeta hikumeta Şamê ya li ser ferzkirina hegemonyayê, navendîbûnê û bikaranîna hemû rêbazên zextê li hember dijberên wê yên siyasî ye.

Çareserî pêkanîna rêveberiya xweser e

Gelek hêz û kesayetên siyasî yên ji Siwêdayê bang kirin ku nimûneya Rêveberiya Xweser ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatî pêkanîn, li herêma xwe pêk bînin, her wiha rola netewedewletê di rewşa welêt ya niha de rexne kirin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Siwêdayê li hember şerê Sûriyê rêyeke sêyemîn pejirandin, ne pişta hikumeta Şamê girtin, ne jî li kêleka komên çeteyan sekinîn.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê karî rêveberiyeke xweser a demokratîk ava bike ku biratiya gelan û neteweya demokratîk pratîze kir. Serkeftina vê tecrubeyê hêviyên gelê Siwêdayê ji bo pêkanîna vê tecrubeyê li herêmên xwe jî zêde kirin, ruxmî ku bi awayekî fermî ranegihandine lê belê ew vê projeyê wekî çareseriya guncaw a xilasiya ji aloziya Sûriyê dibinîn.

Komên girêdayî hikûmeta Şamê

Koma Hikmet El Hacerî: Hikmet El Hacerî yek ji sê lêvegerên olî yên Siwêdayê ye, lê belê xwe kişand aliyê hikumeta Şamê.

Hêzên Dîfaa El Wetenî: Reşîd Selûm ku bazirganekî ji Siwêdayê ye, xwediyê keda mezin e di damezirandina Dîfaa El Wetenî de, bi hevkariya serokê şaxê ewlehiya leşkerî yê berê yê girêdayî hikûmeta Şamê Wefîq Nasir. Têkiliyên aborî yên berfireh her du kesayetan tînin gel hev. Piştî wî, Hikmet Cafer û Îmad Seqir şûna wî girtin.

Dîfaa El Wetenî bi awayekî sereke li navenda parêzgeha Siwêdayê bi cih dibin, fikirê wê li ser beşdarkirina ciwanan bi dildarî di nava refên xwe de ye, wekî altirnatîfa leşkerkirina neçarî. Lê şert ew e ku neçin tu parêzgehên din.

Nisûr El Zûbea:Baskê leşkerî yê Partiya Neteweyî û Civakî ya Sûriyê ye. Ev baskê leşkerî li hemû parêzgehên Sûriyê yên di bin serweriya hikûmeta Şamê de belav dibe.

Ketaib El Baas: Komeke leşkerî ye, şaxê Partiya Baasê li Siwêdayê çavdêriya damezirandina wî û beşdarkirina ciwanên alîgirên partiyê di nava wî de kir.

Ji ber helwesta bêalî ya durziyan li hember aloziya Sûriyê, di 25`ê Tîrmeha 2018`an de Siwêda rastî rêzeêrişên çeteyên DAIŞ`ê hat. Di wan êrişan de herî kêm 258 kes hatin kuştin. Wê demê, hikumeta Şamê hat rexnekirin û tawanbarkirin ku ji bo derbkirina durziyan ji ber helwestên wan ên taybet bi DAIŞ`ê re li hev kiriye. Serjimariyên ne fermî destnîşan dikin ku di navbera 30-50 hezar ji şêniyên Siwêdayê yên di temenê xizmeta leşkerî de ne û yên tên xwestin, qebûl nakin ku tev li refên hikumeta Şamê bibin. Ji ber vê yekê, hin durzî têgihîştin ku hikumetê bi rengekî veşartî rê daye êrişa DAIŞ`ê û ew yek parçeyekî plana altirnatîf a hikumeta Şamê û Rûsya ye da ku ciwanên herêmê neçarî tevlêbûna nava refên hêzên hikumeta Şamê bikin.

Çavkanî: ANHA