Ev 3 mehin karmend û mamostayên Herêma Kurdistanê mûçeyê xwe wernegirtine. Ji ber ku mûçe nayê belavkirin, nêzî 50 rojin li Silêmanî, Helebce û navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, mamosta û karmendan boykot ragihandine.
Bi mehane karmend û mamostayên herêmê ji bo mafên xwe li kolananin. Di çalakiyan de mamosta û karmend dibêjin, heya mafê wan yê darayî neyê dayîn, ewê dev ji boykotê bernedin, ji ber ku mûçe nayê belavkirin, rewşa jiyana wan jî xirabe.
Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me, Hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze heya dawiya salê tenê mûçeyê meha Tebax û Îlona 2023’yan belav bike. Herwiha wê mûçeyê meha Cotmeh, Mijdar û Kanuna 2023’yan jî belav neke û bi vî awayî mûçeyê her 3 mehan jî winda bike.