3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sakik Bersiv da Bahçelî: Em ê tekoşîna xwe mezin bikin

Parlamenterê HEDEP’ê Sirri Sakik, bertek nîşanî gefên Bahçelî yên li dijî xwe da û got ku di salên 1990’î de jî gef li wan hatiye xwarin lê wan paş de gav neavêtiye û wê ji niha şûn ve jî wê meşa xwe ya mafdar bidomînin û mezin bikin.

Di 26’ê cotmehê de Parlamenterê HEDEP’ê yê Agiriyê Sirri Sakik li Lijneya Giştî ya Meclisê der barê 100’emîn salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê de axaftin kiribû û komkujiyên komarê yên li dijî kurdan rêz kiribûn. Ji ber vê axaftina wî Serokwekîlê Meclisê yê Koma MHP’ê Celal Adan êrîşî Sakik kiribû û bi dengekî nizm bi gotina “p…” çêr li Sakik û parlamenterên koma HEDEP’ê kiribû.

Li ser vê yekê HEDEP’ê banga îstifakirinê li Adan kir û ji Serokatiya Meclisê xwest ku li dijî Adan bikeve. Li ser van hewldanên HEDEP’ê duh Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di komcivîna partiya xwe de li Adan xwedî derket. Bahçelî, çêra Adan a li Sakik û parlamenterên HEDEP’ê weke “wêrekî” pênase kir û got ku gotina Adan gotina wan hemû MHP’iyan e û gefan li HEDEP’iyan xwar.

‘Çêra Adan bû delîla pêkanînên 100 salî’

Sakik, der barê çêra Adan a li xwe û xwedî derketina Bahçelî ya Adan de ji rojnameya me re axivî. Sakik, da zanîn ku dema axaftina xwe de dengê Adan nebihîstiye û ev agahî dan: “Qerebalixiya li Lijneya Giştî bihîstina dengê nizm asteng dike. Piştî ku Lijneya Giştî hat girtin bi parvekirina hin hesabên medya dijîtal agahiya min jê çêbû.”

Di berdewamê de Sakik, destnîşan kir ku ji ber kurmê zihniyeta çêr lê kiriye nas dike pir hindik dizane ku xwediyê vê uslûbê ne lê heqareta li Meclîsa Gel a li hilbijêran û gel ew matmayî hiştiye û ev tişt anîn ziman: “Di pêvajoya ku li ser pêkanînên tekperest ên 100 salî yên Komarê yên li dijî kurd û elewiyan axaftin dihat kirin de pêkhatina vê bûyerê pêre bû delîla ku ev pêkanînên antî demokratîk hê jî didomin. Zihniyeta tekperest a min di axaftina xwe de qal kir ji ber ku zihniyeta kesên van  gotinan dikine wiha hers dibin û dest bi heqaretan dikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û rastî û heqîqetê vebêjin.”

‘Tekoşîna me bû têkoşîna milyonan’

Sakik, ji bo xwedîderketina Bahçelî ya li Adan jî ev tişt got: “Jixwe siyaseta wan ji axaftinên heqaret, gef û mafyawarî pêk tê. Daxwaza me ya demokrasiye ji bo wan gefeke mezin e. Lewre bi siyaseta demokratîk wê nikaribin karên xwe yên qirêj û tarî bimeşînin. Ji ber vê jî wê ji bo siyaseta xwe ya qirêj heta dawiyê vî zimanê xwe yê biçer biparêzin. Lê em ê jî parastina xwe ya demokrasiya vekirî, zelal û piranîparêz bidomînin.”

Ji bo gefên Bahçelî yên li dijî partiya wan jî Sakik, ev bersiv da: “Di dîrokê de siyaseta tekperest hewl da ku bi gef û tirsê bi pêş ve biçe. Di salên 1990’î de jî mîna niha em hedef dihatin nîşandan û gef li me dihatin xwarin. Lê me têkoşîna xwe domand û îro ev têkoşîna me bûye têkoşîna mîlyonan. Di pêvajoay 100 salî tu tişt nema ku anîn serê kurdan. Lê me gavek jî di paş de neavêt. Ji niha şûn ve jî em ê meşa xwe ya mafdar bidomînin û mezin bikin.”