3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hikûmeta Şamê li Derayê amadekariyên operasyonekê dike’

Rojnameyên erebî yên îro wekî rojevên sereke bal kişandin ser tevliheviya li başûrê Sûriyeyê, aloziya li Başûrê Kurdistanê û şerê li Sûdanê

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da alozî û tevliheviya li Derayê ya Sûriyeyê û bi sernavê “Hêzên rejîma Sûriyeyê amadekariyên operasyoneke leşkerî li gundewarên rojavayê Derayê dikin” nûçeyek weşand.

Di nûçeya rojnameyê de hat gotin: “Sibeha roja duşemê rejîma Sûriyeyê li gundewarên rojavayê Derayê sewqiyatên leşkerî pêk anîn. Li gorî çavkaniyên leşkerî yên komên xwecih, ev sewqiyat ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li derdora Tefes, Dail, Yarûdiyê û Mizêrîbê hatine kirin.Çavkaniyan diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyeyê sibeha duşemê gihaştin rêya Tefes-Mizêrîb û li gelek nuqteyên herêmê belav bûn, operasyoneke berfireh a lêgerînê li herêmê pêk anîn û girtin ser gelek avahiyên kavilkirî yên li başûrê bajarê Tefesê yê li rojavayê Derayê, wekî fabrîkeya Planter û fabrîkeya givaştinê ya Ebû Neîm.

Tevgerên leşkerî yên vê dawiyê li gundewarên rojavayê Derayê piştî kuştina 4 polîsan li Çerxerêya Cemel a bajarokê Mizêrîb pêk hat. Her çar polîs beriya hefteyekê dema diçûn ser peywira xwe ya parastina navendên ezmûnan, hatibûn kuştin. Di heman demê de ev tevger 3 roj piştî êrişa balafira şer a li deşta li ser rêya Tefes-Dera, rêya Etman û Yarûdiyê pêk hat.”

‘Li başûrê Kurdistanê valahiya qanûnî ’

Rojnameya El Ereb jî têkildarî rewşa Başûrê Kurdistanê nivîsand: “Li herêma Kurdistanê ya bakurê Iraqê li gel tunebûna parlamentoyê ku erka xwe pêk nayne, krîzeke destûrê jî heye. Her wiha diyar dibe ku hilbijartin di dawiya îsal de pêk nayên.

Çavdêran da zanîn ku piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku destûra dirêjkirina xebata parlamentoya Kurdistanê tune ye, saziyên girêdayî wê rola xwe ya rewa ji dest da. Lê pirsgirêk ew e ku di serî de PDK, partiyên desthilatdar tu nîşaneyên nûkirina rewabûna xwe raber nakin.

Çavdêran aşkera kir ku ev rewş dihêle hikumeta di bin kontrola PDK′ê de û bi serkêşiya Mesrûr Barzanî, xwedî reftarên li herêmê bêyî çavdêriya desthilata qanûnsaz be.”

′Sûdan: Li um derman û darfûrê şer′

Têkildarî rewşa Yemenê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsand: “Duh di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şerekî dijwar rû da.

Her wiha li Um Derman a li rojavayê Xertûmê û li herêmên Darfûrê şerekî dijwar rû da. Li gorî agahiyan jî Hêzên Piştevaniya Lezgîn navendên polîsan kontrol kirin. Her wiha tu nîşaneyên sekinandina şerê ji nîvê Nîsanê de rû dide, tune ne.”