22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê

Endamê Meclisa Şaredariya Îdirê Mûsa Etercî anî ziman ku bajar 3 sal in ji aliyê qeyûm ve bi rant û talanê tê birêvebirin û got ku qeyûm ê hemû îhaleyan dide AKP'iyan, di 3 salan de 450 milyon lîre deyn xistiye stuyê şaredariyê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de Şaredariya Îdirê bi dest xistibû lê di 15’ê gulana 2020’î de qeyûm tayinî wê hatibû kirin. Qeyûmê ku 450 milyon lîre deyn xistiye stûyê şaredariyê, hemû îhaleyan jî dide fîrmaya aîdî Abdulcabbar Baştemûr ku berê serokatiya AKP’ê ya bajêr kiriye. Derket holê ku heya niha bi bedêla 58 milyon û 796 lîreyî 15 îhale dane fîrmaya aîdî malbata Baştemûr.

Hemû îhale dane serokê AKP’ê yê berê

Li gorî nûçeya nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Berîvan Kûtlû, şaredariya di bin rêveberiya qeyûm Walî Engîn Sari îbrahîm de, di 13’ê gulanê de ji bo çêkirina rêyê îhaleyek çêkir. Mesrefa îhaleyê wekî 7 milyon û 102 hezar TL hat diyarkirin. Şaredariyê bi 6 milyon û 847 lîreyan îhale da şîrketa Başyolê ya malbata Baştemûr. Heman şîrket di 23’yê tîrmeha 2022’yan de jî bi 6 milyon û 847 hezar lîreyî îhaleyeke din a rê wergirt. Şîrketên malbata Başteûrê di 11 salên dawî de bi bedêla 75 milyon û 662 hezar TL’yî, 31 îhaleyên cemaweriyê girtine. Ji van îhaleyan 58 milyon û 796 hezar TL yê bedêla îhaleyên Şaredariya Îdirê ne.

Ji xeynî vê şîrketa Hakra Înşeat a Reşît Baştemûr (birayê Abdulcabbar Baştemûr) jî di 11 salên dawî de 35 îhale ji saziyên cemaweriyê girtine. Bedêla van îhaleyan jî 36 milyon û 933 hezar TL ye. Heman şîrketê ji van îhaleyan 16 jê bi bedêla 26 milyon û 513 hezar TL’yî ji Şaredariya Îdirê girtiye û 5 îhale jî bi bedêla 5 milyon û 683 hezar TL’yî de jî ji Şaredariya Xelfeliyê girtiye û 3 îhale jî bi bedêla 2 milyon û 763 hezar TL’yî de jî ji Şaredariya Melekliyê û 3 îhale jî bi bedêla 813 hezar TL’yî ji Şaredariya Hoşgaberê girtiye.

Endamê HDP’î ya Meclisa Şaredariya Îdirê û Hevberdevkê Îdirê ya Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Mûsa Etercî, anî ziman ku gava şaredarî di destê rêveberiya HDP’î de bû 7 milyon TL di qaseya şaredariyê de bûye, lê piştî qeyûm hatiye tayinkirin şaredarî di nava deynan de hatiye hiştin.

Di 3 salan de 450 milyon deyn

Etercî anî ziman ku bi piştgiriyeke mezin a gel şaredariyê bi dest xistine û wiha got: “Me bi awayekî bê deyn şaredarî wergirt. Beriya qeyûm bê tayinkirin di qaseya me de 7 milyon TL hebû. Tu proje nehatine kirin lê niha 400-450 milyon TL deynê şaredariyê heye. Hemû gelê me dizane ku sedema sereke ya tayînkirina qeyûman, rantxurî ye. Ev, ji bo derî li rantê bê vekirin hat kirin. He rkes dizane tu hevalên me daxilî nava rantê nebûye. Lê AKP, ji bo qada rantê peyde bike û pere ji desthilatê re bên şandin, qeyûm tayin kirin.”

Etercî bilêv kir ku qeyûm projeyên HDP’ê jî wekî projeyên xwe daye der û wiha domand: “Projeyên ku di bîlboardan de reklama wan dike projeyên me ne û di ser vê re rantxuriyê dikin.”

Qeyûm nûnerên desthilatê ne’

Etercî destnîşan kir ku qeyûm şaredarîvaniyeke bêalî nake û axaftina xwe wiha qedand: “Mixabin hemû walî, qeyûm û qeymeqam wekî nûnerên partiya desthilatê dixebitin. Îdarekarên gel in, lê li herêmê wekî nûnerên partiya desthilatê hereket dikin. Qeyûm nêzî 3 sal in hemû îhaleyên şaredariyê dide birayê Serokê AKP’ a Îdirê Alî Kemal Ayaz. Fîrmaya navborî berê i ser navê serokê bajêr bû. Lê piştî bû serokê bajêr, dewrî birayê xwe kir. Ji sedî nodê îhaleyan didin mirovên AKP’î û MHP’î. Esnafên kurd nikarin kar bikin.”