Roja yekşemê 10’ê nîsana 2022’an li Fransayê tûra yekemîn a hilbijartinên serokkomariyê dest pê dike. Di van hilbijartinan de 12 namzetên serokkomariyê hene û piraniya wan berê di hilbijartinên 2017’an de jî namzetbûn.
Hilbijartin dê di 2 tûran de pêk were ya yekemîn di 10’ nîsanê de û ya duyemîn jî dê di navbera 2 namzetên herî zêde dengan bigirin, di 28’ê nîsanê de pêk were .
Li gorî anket û rapirsînan dîsa dê pêşbirka herî mezin di navbera serokkomarê niha Emmanuel Macron û seroka Partiya Rastigir Marine Le Pen de be. Li gorî encamên rapirsînan tenê derdora ji sedî 5 dengên Macron ji yê Marine Le Pen zêde ne.
Li gorî texmînan dê dîsa serokkomarê niha Macron û namzeta Rastgir Marine Le Pen bimînin tûra duyemîn ya hilbijartinan.