4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bazirganên girêdayî Erdogan Hewler û Dihok dagir kirine

Di 7’ê nîsanê de ajansa The American Prospect nûçeyek der barê mal û milkê malbata Barzanî de derbas kir. Prospectê di nûçeyê de diyar kir ku malbata Barzanî li Amarîka, Ewropa û Dubaiyê bi sedhezaran milyon dolar mal û milk kiriye. Malpera The American Prospect têkildarî diziya Neçirvan Barzanî destnîşan kir ku Malbata Barzanî li dervê welat 300 zevî û milk, li Dubaiyê 288 daîreyên balîndeyan kiriye û bi 30 mîlyon dolarî  jî bûye şirîkê bankayan. Dîsa AKP û PDK hewl dide bi hevre li herêmê şerekî çekdarî bide destpêkirin. Têkildarî polîtîka û kiryarên malbata Barzanî û hevkariya PDK û AKP’ê em bi Rojnamevan Azîz Koyluoglu re axivîn.

Şîrketên malbata Erdogan li dora Barzanî kom bûne

Azîz Koyluoglu anî ziman ku têkiliya AKP û PDK’ê têkiliyek demdirêj e û wiha got: “Aliyê wê yê aborî û aliyê wê yê siyasî hene. Dîsa heta astekê aliyê wê yê fikrî jî hene. Di çarçoveya tarîkatan de aliyê wê yê tarîkatî jî heye. Di aliyê aborî de herêma başûrê Kurdistan di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye. Bi taybet bazirganên girêdayî Erdogan, malbata wî û hawîrdorên wî, di warê aborî de bi taybetî Hewler û Duhok di her warî de dagir kirine. Ji sedî 90 şîrketên li herêma Kurdistanê kar dikin li dora malbata Barzanî kom bûne. Di aliyê siyasî de jî PDK demek e bi AKP’ê re têkiliya wê heye. Vê têkiliyê wêkî qeder dibînin. Li herêmê li ser vî esasî xwe bi rêxistin dikin. Hem li başûrê Kurdistanê, hem jî li  Iraqê xwe bi tevger dikin.”

Koyluoglu, destnîşan kir ku di aliyê fikrî de jî malbata Erdogan xwe wekî Neqşîbendî pênase dikin û wiha got: “Malbata Barzanî jî xwe wekî neqşîbendî nas dikin. Têkiliyê wan ên neqşîbendi jî hene.”

‘Tirkiyeyê di operasyonên Başûr de encam bi dest nexist’

Koyluoglu, anî ziman ku AKP niha li herêmê operasyonê xwe berdewam dike û wiha axivî: “AKP ji sala 2021’ê ve dest bi operasyonan kiriye. Heta niha ev operasyon di aliyê leşkerî de gihiştiye asta herî bilind. Hem çeken kimyewî bikar anîn. Di aliyê teknikê de hemû teknîka leşkerî bikar anîn. PDK’ê jî di aliyê îstîxbarî de alîkarî da Tirkiyeyê. Di van operasyonan û êrîşan de tu encam bi dest nexistin. PDK’ê di aliyê îstîxbaratê û dorpêçkirina gerila de dem dem derket pêş. Wekî mînak li Xelifan 6 gerîlayê PKK’ê xistin kemine û şehîd kirin. Car caran êrîşên bi vî rengi kirin. Lê mirov dikare bêje tu encam negirtin. Berovajî vê yekê dewleta tirk li herêma Metîna û Zapê neçar ma û xwe paşve vekişand. Piştî xwe vekişand xwe komî ser hev kir. Navendên lê dima kêm kir û hêjmara leşkeran zêde kir. Ji rewşa êrîşê ket çarçoveya parastinê. Niha ev rewşa parastinê ya leşkeran didome.”

AKP dixwaze bi rêya Helbûsî û PDK’iyan êrîşî herêmê bike

Koyluoglu da zanîn ku planên wan ên siyasî hene û wiha berdewam kir: “Rewşa Iraqê jî girêdayî plana li Başûr e. Niha PDK bixwaze bi tena hevkariya AKP’ê bike û êrîşî gerila bike jî ev rewşa PDK’ê li çar parçeyê Kurdistanê hatiye teşîrkirin. Eger PDK dîsa êrîş bike dê bêtir xwe teşîr bike. Ji ber vê yekê dixwaze bi Iraqê re vê rewşê birêve bibe. Bi taybetî dixwaze bi hikûmeta nû ya Iraqê re vê planê pêş bixe. Dema hilbijartina Iraqê ya pêşwextpêk hat. PDK’ê di nava koalîsyonekê de cihê xwe girt. Aliyekî vê komîsyonê sunnî, aliyekî wê şîa bû û aliyê din jî PDK bû. Aliyê sunni wekî xencer, wekî Helbûsî, vana wekî Serokên Sûniyan tên pênasekirin. Weki partiyên herî mezin ên sunniyan tên pênasekirin. Vana wekî hevkarên DAIŞ’ê dihatin nasîn. Bi taybetî Mihemed Helbûsî niha wekî Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin. Ev kes bi finansekirina DAIŞ’ê tê nasîn. PDK’ê di vê koalisyona Sadir Helbûsî de cihe xwe digire. PDK’ê xwest di hikûmeta Iraqê de xwe bi hêz bike. AKP’ê jî xwest bi rêya PDK’ê û helbûsiyan êrîşan bike. Wekî Iraq û Tirkiye hevpeş êrîşekê pêk bînin. Lê di aliyê pratik de dê PDK derkeve pêş. Ji ber ku di aliyê pratik de hêza PDK’ê li herêmê heye. Dê hêza PDK’ê wekî hêza Iraqê li herêmê têxistina nava tevgerê. Planek wan a bi vî rengî hebû. Niha dixwazin vê planê têxin meriyete.”

‘Li Başûr nerazîbûna li dijî PDK’ê di asta jor de ye’

Rojnamevan Azîz Koyluoglu bibîr xist ku niha li Başûrê Kurdistanê parçebûnek pir mezin heye Di qada civakî de jî parçebûnek çêbû û wiha pêde çû: “Bi taybeti pişti hevkariya PDK’ê û AKP’ê hem jî ji ber li Iraqê bi serê xwe tev geriya parçebûnek heye. Ev parçebun zêde bû. Nakokiyên partiyên siyasî yên li herêma Kurdistanê di asta jor de ye. Gel ji vê siyasete ne razî ye. Di gelek waran de nerazîbûn heye. Di aliyê aborî de jî di aliyê siyasî de jî nerazibûnek li dijî siyaseta PDK’ê heye. Ev nerazûbîn gihiştie asta bilind.”

‘Hêzên ne fermî bacên xwe mehane digirin’

Koyluoglu, anî ziman ku li Herema Başûrê Kurdistanê asta gendeliyê (diziye) gihiştiye asta herî bilind û wiha axivî: “Meaşên karmendan carna bi mehan nadin wan. Lê hêzên wekî Hîrevanî di nava hêza pêşmergeyan de cihê xwe nagirin. Dîsa hêzên wekî Roj di nava tu fermiyetê de cihê xwe nagirin. Lê ev hêzên ne fermî meaşên xwe mehane digirin. Rojê bi sed milyon dolaran ji heremê pereyan vediguhezînin welatên din.”

‘Malbata Barzanî li Amarîka Dubaî, Brîtanya û Stenbolê gelek mal û milk kirîne’

Koyluoglu li ser gendeliya malbata Barzanî jî rawestiya û got: “Gelê herêmê vê rastiyê baş dizane. Ev gendeliya malbata Barzanî ji bo gelê herêmê ne tiştekî nû ye. Wekî malbatna Barzanî ev demek e li Amarîka, Brîtanya, Dubaî, li Tirkiye bi taybetî li Stenbol û gelek welatên din gelek mal û milk dikirin. Şirîkatiyê peş dixin. Lê dema vê yekê dikin li ser navê xwe nakin. Li ser navê mirovê xwe şirikatiyê pêş dixin. Herî dawî derket holê ku li Amarîka ciheki wekî taxekê kirine. Wê rojê yekî ji Başûrê Kurdistanê ew rewş bi vîdeoyekê aşkerekir. Mal û vîla yek bi yek nîşan da. Digot her vîlayek wekî Qesra Spî ya Serokê Amarîka tê de ye. Li vir qesran û milk dikirin. Bi milyon dolaran milk dikirin.

‘Vî pereyî ji ku tînin?’

Em dizanin di salên 1980’yî de mal û milkê malbata Barzanî tune bû. Malbata Barzanî di salên 1980’yî de li Gundê Şîno bûn. Li Rojhilatê Kurdisanê li Urmiyêbûn. Li wir penaber bûn. Heta 1992’yan wekî penaberan dijîyan. Piştre hatin Başûrê Kurdistanê û xwe bi cih kirin. Di 5’ê adara 1992’yan de gel li dijî Rejîma Baas raperîn kir û bi ser ketin. Ew jî hatin li ser Şoreşa gel rûniştin.”

‘30 sal in keda gelê Başûr dixwîn’

Rojnamevan Koyluoglu li ser nêzîkatiya PDK’ê ya li dijî gelê Başûr jî rawestiya û wiha got: “30 salin bê navber li ser keda gelê Başûr rûniştine. 30 salin vê keda gel dixwin. Niha li herêmê petrole difiroşin. Tenê petrole nafiroşin.  Pere ji Navenda Iraqê tê herêma Kurdistanê. PDK dest datîne ser wî pereyî. Bi milyon dolaran pere dikeve herêmê. Lê pereyê ji wan re tê wekî mûçe nadin karkeran. Bi vî pereyî milk dikirin û difiroşin. Bi vî pereyî bazirganiyê dikin.”

‘Gelê herêmê bezar e’

Koyluoglu, bibîr xist ku gelê herêmê ji ber vê rewşe pir bêzar e û ev gotin lê zêde kir: “Di hilbijartina dawî ya Iraqê bi gişti 380 hezar deng girt. Lê li vir jî nelirêtî heye û hatine kirin. Bi dengan lîstine. Ji sedî 38 gelê başûrê Kurdistanê çû ser sindoqan. Lê ji sedî 62 neçûn ser sindoqan. Ji vê rêjeyê jî PDK’ê ji sedî 38 deng girt. Hevkariya gelê Başur a ji bo PDK’ê em dikarin bibêjin ji sedi 12 ye. Lê li Başûrê Kurdistanê alternatif tune ye. Gel dibêje vana herin dê kesên ji wan xerabtir bên. Ji ber ve yekê dibêjim em dengê xwe nedin tu kesî. Niha di gelek waran de, gel dibêje dema  Sadam Huseyîn ji vana baştir bû. Gel şukuriya xwe bi Sadam tîne. Ev pir balkeş e.”

‘PDK’ê Şengal bi temamî teslîmî Iraqê kir’

Rojnamevan Azîz Koyluoglu herî dawî bal kişand ser rewşa Şengalê û nêzîkatiya PDK’ê jî û wiha got: “Sala çû li ser Şengalê biryarek hat girtin. Di navbera hikumeta Kazimî u PDK’ê de biryara 9’ê Cotmehê hat girtin. Ji vê yekê re dibêjin Peymana 9’ê Cotmehê. Li gorî vê peymanê PDK Şengal bi temamî teslîmî Iraqê kir. Êdî ji bo Şengalê pênaseyek wekî Herêma Kurdistanê nakin. Li ser tasfiyekirina rêveberiya Şengalê ev peyman çêkir. Ji ber ku PDK rêveberiyek xweser li Şengalê naxwaze. PDK xweseriyê ji bo xwe pir xeter dibine. Ew naxwaze herêmên xweser hebin. Ji ber ku her tim dixwaze desthilatdar be. Niha li ser sînor dîwar tê lêkirin. Ev yek bi hevkariya Tirkiye, hikûmeta Kazimî ya niha û PDK’e pêş dikeve. Tişta niha tê kirin encama Peymana 9’ê Cotmehê ye. Dixwazin xweseriya Şengalê ya hatiye avakirin ji holê rakin. Dixwazin şengalê tecrîd bikin. Navbera Şengalê û gundên ereban jî têl dikin. Têkiliya Şengalê û ereban jî qut dikin. Dixwazin Şengalê bikin wekî kampekê û bifetisinin. Dixwazin xweseriya Şengalê rakin û li wir bifetisînin.”