18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê ji Komisyona Mafê Mirovan a NY’ê hate dûrxistin

Li ser daxwaza DYA’yê û çend welatên G7 pêşnûmeyek der barê êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê û binpêkirina mafê mirovan, ji bo Komisyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî  pêşkêş kirin.

komisyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî  Rûsya ji ber êrîşên li dijî Ukraynayê ji Konseya Mafên Mirovan, derxist.

Komisyona Giştî ya NY’ê ku ji 193 endaman pêk tê ji ber binpêkirina mafên mirovan ên li Ukraynayê û ji bo ku endamtiya Rûsyayê ya Konseya Mafên Mirovan bê rawestandin dengdanek pêk anî.

Di dengdanê de 93 welatan xwest ku Rûsyayê ji konseyê bê derxistin û bi vê armancê gotin erê lê 24 welatan jî li dijî wê yekê deng dan, 58 welat di vê dengdanê de bê alî man û ne dengê erê ne jî na bi kar neanîn.

Rusya: Ev biryar ne qanûnî ye

Rûsyayê nerazîbûna xwe ji vê biryarê anî ziman û ew wekî biryareke derqanûnî binav kir. Berdevkê Kremlinê  Dimitri Peskov di daxuyaniya xwe ji televizyona SKY News re der barê mijarê de wiha got:” Ew biryar bi rengekî bêhiqûqî hatiye girtin û em ê bi her awayê zagonî mafê xwe biparêzin”.