4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Turkdogan: Ev mirov çima hatin windakirin?

Li Amedê û Êlihê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên kesên hatine windakirin, çalakiya xwe ya “Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin” berdewam kirin. Malbatan çalakiya li Amedê, di hefteya 687’an de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan pêk anîn. Xizmên kesên hatine windakirin, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran, rêveberên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê tevlî çalakiyê bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” vekir.

Di çalakiyê de destpêkê Ozturk Turkdogan axivî û wiha got: “Ev mirov çima hatin revandin û hê jî cenazeyên wan nayên dîtin? Destpêkê em dixwazin heqîqet derkevin holê. Têkoşîn dirêj a ÎHD’ê di heman demê de têkoşîna heqîqetê ye. Bêguman em bi heqîqetê re edaletê jî dixwazin. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne. Lê mixabin daxwaza me ya edaletê qet naqede. Li her dera Tirkiyeyê herkes li edaletê digere. Lê ji hêleke ve jî em rojên ku edalet tê pincirandin dijîn. Di berdewama axaftina xwe de radestkirina doza rojnameger Cemal Kaşikçi ya Erebistana Siûdî û şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de jî bi bîr xist û got ku weke parastvanê mafên mirovan wê têkoşîna xwe ya ji bo heqîqet û edaletê bidomînin.

Piştî Turkdogan Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken jî axaftineke kurt kir. Gûldîken, bal kişand ser windakirina endamê sendîkaya wan Necatî Aydin ku di sala 1994’an de hatiye windakirin û got ku ji roja ku hatine avakirin ve têkoşîna heq û hiqûqê dide û wê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî axaftinan çîroka windakirina Necatî Aydin ji aliyê Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat vegotin. Akdenîz, diyar kir ku weke kedkarekî tenduristiyê Aydin gelek feyde daye qada têkoşîna civakî û ji ber îşkenceyên ku lê hatine kirin ewşa wî nebaş bûye û demeke dirêj tedawî dîtiye. Akdenîz, da zanîn ku Aydin hatiye binçavkirin û rexmî ku dadgehê di 4’ê nîsana 1994’an biryar berdana wî hatiye dayîn jî ji aliyê polisan ve nehatiye berdan û di 9’ê nîsana 1994’an de cenazeyê wi li ser rêya Farqînê di nav erdekî de hatiye dîtin û ev tişt got: “Cenazeyê Aydin tînin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê û di otopsiya ku hat kirin de hat tespîtkirin ku gelek şopên lêdan û îşkenceyê li laşê wî hene û bi guleyeke berdana çamika sutiyê wî hatiye kuştin.”

Akdenîz, destnîşan kir ku di doza Aydin de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiyeyê mehkûm kiriye.

Piştî vegotina çîroka Aydin ji bo qedeyekê çalakiya rûniştinê hat kirin û çalakî bi dawî bû.

 Êlih

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan li Elihê jî di hefteya 524’an de çalakiya xwe ya “Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin” li dar xistin. Di çalakiya ku weneyên windayan lê hatin hilgirtin de Rêveberê ÎHD’a Êlihê Parêzer Yûnûs Bagiş axivî û got ku heta dîtina faîlan wê têkoşîna xwe bidomînin. Bagiş, diyar kir ku ji bo pirskirina aqûbeta Parêzer Kazim Ekîncî û Fahrî Înan ku di 7’ê nîsana 1994’an de li navçeya Wêranşar a Rîhayê winda bûbûn li hev civiyane û çîroka windakirina Ekîncî û Înan vegot û xwest ku faîlên wan bên dîtin û darizandin.