spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hilbijêrên AKP-MHP’ê polîs û leşker in

Li bajarên Kurdistanê zêdeyî 55 hezar polîs û leşker bi awayakî dijzagonî çûn ser sindoqan û deng avêtin sindoqan. Ev bû sedema bertek û nerazibûnan.

Li Kurdistanê saet di 07.00’an de dengavêtinê dest pê kir û dê saet di 16.00’an de berdewam bike. Çûnîya hilbijêran a ser sindoqan her ku diçe zêde dibe. Li gelek bajaran di bikaranîna rayan de lîstik û hîle hatin kirin. Li bajarên Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Wan, Êlih, Şirnex û Idir bi hezaran polîs û leşker wekî hilbijêrên gerok bi otobusan bibin ser sindoqan û bi awayekî ne li rê deng bikar anîn.
YSK’ê red kiribû
Partiya DEM’ê 55 hezar hilbijêrên gerok ku ji polîs û leşkeran pêk tên îtîraz kiribû û serî li YSK’ê dabû. Lê YSK’ê ev serlêdana DEM Partiyê red kir û 55 hezar leşker û polîs îro bi otobüs û dolmîşan çûn ser gelek sindoqan û deng avêtin sindoqan. Ji ber ku leşker û polîsan li gelek cihan bi komî deng bikar anîn, li pêş dibisitanan leşker û polîs ketin dorê. Li dijî vê rewşê gel bertekên xwe anîn ziman û polîs û leşker şermezar kirin. Namzet û parlamenterên DEM Partiyê li gelek bajaran ev wêne û dîmen xistin bin qeydan û nîşanî raya giştî dan ku di hilbijartinê de lîstik û hîleyên çawa tên kirin.
Ev hilbijartin li dijî qanûna e

Di salên borî de piştî kurdan şaredarî bi dest xist, îktîdara AKP-MHP’ê bi lez qeyûm tayînî şaredariyên kurdan kiribûn. Niha jî bi rêya hilbijêrên gerok dixwaze li bajarên Kurdistanê dengê xwe zêde bike. Di dîmenên îro de hat dîtin ku bi hezaran polîs û leşker bi otobusan şandin ber dibistanan. Polîs û leşkerên sivîl ku bi otobusan çûn dibistanan, bi awayekî komî ketin dibistanan û xwestin dengê xwe bikar bînin. Piştî ku îktîdarê dît politikaya Qeyûm encam nagire, her wiha dît ku bi makarna, sarinc û komirê gel naxape, vê carê serî li rêbaza “Hilbijêrên gerok” ku ji leşker û polîsan pêk tê da. Wekîlên DEM Partiyê û gel bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin: “Bi ava kêşanêaş nagere” û bertekên xwe anîn ziman.
Wekîlên Mûş, Mêrdîn û Şirnexê ku dîmen kişandin bertekên xwe anîn ziman û xwestin gel li deng û sindoqan xwedî derkevin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Beritan Guneş bal kişand ser lîsteya hilbijêrên Dibitana Asîs Sîncar a Stewrê û diyar kir ku ev nîşaneya nelirêtiya hilbijartina Tirkiyeyê ye û got: “Stewrê ya me ye!!”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnex Zekî Îrmez jî îktîdarê bi hezaran leşker û polîs wekî hilbijêrên gerok anîne Şirnexê û got: “Em wan teşîr dikin. Binerin wan çawa dikin rêzê’
Parlamentera DEM Partiyê yê Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî bal kişand ser hilbijêrên gerok û got: “Binerin çawa rûyê xwe digirin. Ji ber ku hemû diz û sûcdar in.”