4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişmendî nayê jibîrkirin

Di dema ku jin ji bo daxwazên xwe li kolanan li dijî Komara Îslamî têdikoşin, rejîma ku ditirse, nîşan dide ku ji bo mayîna xwe zextê dijwartir dike

Tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hişyarî da gelên Îranê li hemû erdnîgariya Îranê ku tu rê vegerê jê re nemaye. Di nêrîna yekem de xuya dike ku çalakiyên xelkê li kolanan rawestiyane lê rejîm ji her kesî baştir dizane ku ev tevger hizra xelkê geş dike û ji ber 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, dilê vê tevgerê bi navê nifşa nû ya keçan kiriye hedef û ev êrîş berdewam dikin. Jehrîbûna berbelav a zarokan bi taybet jî ya zarokên keç a di dibistanên Îranê de, yek ji girîngtirîn nûçeyên rojê ne li erdnîgariya Îranê. Heta niha bi hezaran xwendekar bi gazên kîmyayî û jehrîn jehrî bûne û berpirsên xwendingehê jî teqezî li ser amadebûna xwendekaran li dibistan in.

Xwepêşandana malbatên xwendekar û mamosteyan û kombûna wan li hember jehrîkirina sîstematîk a hêzên rejîma Îslamî ya Îranê, bi tundî vediguhere tundûtûjiyê, ji aliyekî din ve jî xwendekar û malbatên wan gefa çûna dibistanê tên xwarin.

Asayîbûn pêvajoyek e ku sîstem û dîktator bi awayên cuda rewşa heyî normal û bê pirsgirêk dihesibînin. Di rewşeke wiha de sîstem kesên ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên binpêkirî gavan diavêjin weke kesên ku armanca wan têkbirina nîzam û ewlehiyê ye, dide nasîn û ceza dike. Nîzam û ewlekariya ku sîstem bi riya hemû medya û saziyên xwe reklamê dike û şert û mercên herî baş pêşkêş dike.

Komara Îsalmî ya Îranê li riya medyayên xwe bandor li ser xelkê dike û eger xelk jê hez nekin jî, bala xwe didin medyayên farisî yên li derveyî welat, piraniya wan li şûna agahdarkirina raya giştî, dixwazin xelkê ber bi riya xwe ve araste bikin.

Di vê erdnîgariyê de nebûna hişyariya gel û zext, gef û propagandaya hikumetê bû sedem ku çalakvanên azadîxwaz bi awayekî ferdî di warên cur bi cur de kar bikin û ne mimkûn e ku bi awayekî komî kar bikin û prosedureke wiha ne diyar e. Bandor li ser civakê bike û bi girtina kesekî çalak û bi fizîkî dûrxistina wî ji civakê jî dê çalakî raweste.

Zexta li ser jinan bi qanûnên dijî jinan ên Komara Îslamî, ol, kevneşopî û çand, zordestiya li ser neteweyên cuda yên vê erdnîgariyê, zilma li ser cihêrengiya zayendî û zayendî, çewisandina meylên olî, çewisandina çînayetî û ji destdana mafên karkeran ev in. Di nav wan tiştan de ku Komara Îslamî ya Îranê her tim hewl daye wan weke normal nîşan bide.

Lê di tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de pêleke giştî ya azadîxwazî û mafxwaziyê hebû ku tê de daxwazên neteweyî, zimanî, rêgezî, zayendî, aborî, çînî, rewşenbîrî û her cure daxwazên din li xwe girt û alhilgirên vê tekoşênê jin bûn.

Ji bilî komkujî, îşkence û zindanîkirinê, hedefgirtina bi qestî ya çavên ciwanên şoreşger ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve û korkirina çavekî yan jî her duyan, yek ji wan haletane ku bertekên berfireh hebûn. Rejîmê ragihand ku ew dê çavên ku bi wateya rast dibînin û êdî tarîtiya zilmê napejirînin li hole rakin da ku serdema tarî ya desthilatdariya xwe berdewam bike.

Hewceyî gotinê ye ku di Komara Îslamî ya Îranê de, dibistanên keç û kur bi tevahî ji hev cuda ne û ev yek bûye sedem ku rejîm bi hêsanî hêza paşerojê ya bizava Jiyana Azadiyê ya Jinan ku ji keçên seretayî heta lîseyan e û di van çend mehan de çalak bûne li dibistanên bike hedefa gazên kîmyayî  daku peyamek ji bo civakê bişîne ku ji bo dewamkirina xwe zarokan jî dikuje. Ji ber ku dizane gel dev ji daxwazên xwe bernade û her çiqas şoreşa jinan were qutkirin jî wê bi du qat hêz û hişmendiyeke zêdetir bidome.

Ev kiryara rejîmê ne tenê xelk paşve nexist, belkî bû sedema belavbûna daxuyaniyên nerazîbûnê li hember vê tawanê û careke din agirê şoreşa gel geş kir.

Di dema ku jin ji bo daxwazên xwe li kolanan li dijî Komara Îslamî têdikoşin, rejîma ku ditirse, nîşan dide ku ji bo mayîna xwe zextê dijwartir dike. Di heman demê de û di rojên berfirehbûna jehrîkirina keçên dibistanan de, durişma JIN, JIYAN, AZADÎ careke din li kolanan deng veda, ji ber ku hişyarî nayê jibîrkirin û jin û civak bi giştî rewşa heyî asayî nabînin û têdikoşin ji bo mafên xwe.