spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di ‘Şîva miriyan’ da hêmanên folklor û zimanî

Di “Şîva Miriyan” da nozdeh çîrokên ku di nava xumamê da ji xwe ra rê çêdikin û xwendevanan digindirînin binê newalek bi efsûn, cih girtine.

Şîva miriyan, navê pirtûka çîrokan ya Evdirehman Elçek e. Mamoste Evdirehman yek ji çîroknûsên kovara “Kurdeçîrok”ê ye. Di hejmara dawîn ya kovara “Kurdeçîrok”ê da çîroka wî ya bi navê “Guneha Ewil” cih girtîye. Em wek Koma Xwendinê ya Amedê, ev deh sal in, wek romanên kurdî, çîrokên kurdî jî dinirxînin. Di van rojên ku erdheja li welatê me, êşên mezin bi gelê me da kişandin da, piştî nevberek kin, me roja yekşemê (05.03.2023), bi beşdarîya çîroknûs Evdirehman Elçek pirtûka çîrokan a bi navê “Şîva Miriyan” nirxand.

Di “Şîva Miriyan” da nozdeh çîrokên ku di nava xumamê da ji xwe ra rê çêdikin û xwendevanan digindirînin binê newalek bi efsûn, cih girtine. Di serê pirtûkê da gotinek Martin Heidegger (1889-1976) fîlozofê almanî cih digire: “Die sprache ist das haus des seins/”şîva miriyên” xwe bidin ser tasa zimanê xwe û wê pêşkêşê miriyan bikin.”

Pirtûkê navê xwe ji vê gotinê girtîye. Di çîrokan da ev nav rasterast derbas nabe, lê wek tema “mirin/mirî” di hemû çîrokan da cih girtîye. Taybetîyek hevpar a hemû çîrokan ew e, zimanekî şîrîn ê ku tehma xwe ji çîrok û zargotina (folklora) Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Erebê Şemo û hwd. girtîye, heye.

Çîroka yekem a bi navê “Kuştina Edê Gulê” bi çavê sê vegêrên cuda wek xuşkek (Besê) ku diranek hêrifî ji ber pişta xwe der dixe û hêsir bi ser da dibarîne, berxvanek dema di cihê bi efsûn ê kuştina Edê Gulê ra berxên xwe derbas dike tirs û êşa xwe vedibêje, herî dawî jî bi vegêrana kesê sêyem a nerîta vegera ji zozanan tê peşkeş kirin.

Di destpêka çîroka duyem (Sîya Mirovekî Bêxiset) da, şayesandineke şênber a wiha heye: “Esreke teng e. Lingên westîyayî êdî ji taqet dikevin, li ber malekê disekinin. Sîya pîne û potikên ku bi têleke rizyayî ve dardakiriye dinizile ser betoneke qilêr. Dara li pêşiya malê hewl dide pelên xwe yên mayî zûtirekî biweşîne. Wê lehzeyê hez dikim ku kêlîyekî bikumişim (vegêrê vê çîrokê kesê yekem karakterê bi navê Metîn e) sekûya li pêşîya malê û piçekî bêhna xwe bidim, hêdîka tehfî hesinekî qerimekî didim.

Derîyê malê vedikim, bêhna kufika ku bi salan e dinizile ser alav û amûrên malê dikeve pozên min. (…)” (r. 13) Piştî vê destpêkê êdî xewnereşkên zarokatîya karekterê çîrokê dest pê dikin.

Çîroka sêyem a bi navê Mohra Kelarzîyê (kelarz, di ferhengoka li dawîya pirtûkê da, wek beraza bi ba tê pênasekirin), bi derketina rêwîtîyek ji gund bi transîtek ber bi bajarê mezin ve dest pê dike. Vegêr dîsa kesê yekem e. Ew nerhetîya xwe ya li hember kesê bi navê Sadoyê şîşko ku paşgotiniya nêremotîyê di derbarê wî da bihîstibû, li paldanka kêleka wî, bi awayek belawela, bi cih dibe, nişan dide.

Çîroka çarem bi navê Nîkê ye û ji bo Kekê Selahattin Bulut hatîye pêşkêş kirin. Vegêrê vê çîrokê jî dîsa kesê yekem e. Vegêr li dikana pirtûkfiroşê Devken rastî Nîkêya bîyanî ku fêrî kurdî bûye tê. Vegêr çenteyê xwe bi pirtûkan direpitîne û ji pirtûxaneyê der tê.

Êdî dixwazim navê çend çîrokan rêz bikim: 5- Huuşşş! 6-Hesretbirîn, 7-Mistek Jiyan, 8-Rîşa Pûç, 9-Qusês, 10-Masûlkên Şermê û li ser çîroka yazdemîn a bi navê “Qudret Şahê Perîyan e”yê bisekinim. Di vê çîrokê da vegêrê ku kesê yekem e, behsa vegera xwe ya navçeya ku kûçikên li derê malan devlingên merivan vediçirînin dike. Piştî xeberoşkgotina xwîşka vegêr, Kewê; apê wî Evdî dike kuxtekuxt û wîha dibêje: “Ka bisekinin ez jî ji we ra behsa çîrokeke xwe bikim.” Dibêje û wiha dest pê dike: “Ez wextekî havîn û zivistanan li gomê-zomê, di dewsa xaniyên Elîyê Zozanê de dimam. Pez û dewarê me dayîm li wir bûn, em ji bo pêdivêyên xwe car caran dihatin gund. Payîzeke dereng e, malên gomê vekişiyan û hatin. Tenê mala min û mala Hecî Kerem ma. Rojekî min Cemal li ber malê hişt, ez ê bêm gund. Taveheyv e û saet devî devî nehê êvarê ye. Min hespê xwe destkêş kir, xwe hêdî hêdî berî binê newalê da. Wexta li hespê xwe siwar bûm û ketim rê mifreze hate bîra min.

Mifrezê car caran rê û dirb digirt. Ez bêsîleh nedigerîyam, min got; çi dibe, çi nabe, min da hevrazê zevîya Mistoyê Cesîm.

Ez ji nava wan çel û kelefên li hemberî gomê re derbas bûm, min berê hespa xwe da kanîspîyê. Min got, ezê bi kelle û kese herim. Ez nêzîkî kanîspîyê bûm û min xwe berî sere berjêrê kanîyê da. Min hespa xwe destkêş kir û hêdî hêdî nêzikî ser fêza kanîyê bûm. Kêlîya şilekîya neqeba kaniyê bihurîm, min lê nihêrî hespa min silikî, xwe yanbewrarî da, gema wê li destê min asê bû. Di nevbera min û kanîyê de sî çil mêtro mabû. Dema min dît ku hespa min guhên xwe fît kirine û yane yan diçe, min serê xwe bilind kir û çi? Li ser kanîyê jineke rût û tazî bi qulefiska rûniştîye û gengenîka porê wê bedena wê ji serî heta lingan nixumandîye. Gava li çav wê ketim, miçiqîm û cih de sekinîm.

Bi elbê re giranîyek kete ser milên min, hespê bi zerp xwe li destê min xist, bi hespê re hinekî xijikîm û ketim li nava komekeleman. Pîyên min êdî negirtin ku gavekî bi paş de an pêş da bavêjim.

Dema ew jî çav li min ket, hêdîka rabû ser xwe, tevzîyek da xwe. Porê wê yê ku diket li nav çavên wê bi destên xwe ve avête ser milên xwe, hingilên wê mîna du girêkên hevîr û terrikî bi singa wê ve zeliqîbûn.

Min destê xwe li rex berdan, ji nava komekeleman derketim, min xwe da bintara kanîyê û hey bere li pey hespê xijikîm. Ez derketim cihekî rast û min xwe avête li ser pişta hespê xwe, min serê xwe fetiland û li wê nihêrî. Çawa ku jinek etega xwe top bike wisa wê porê xwe top kir, li navtenga xwe aland, likumî da pey min. De ka tu yê çawa bisekinî. Wê lehzeyê mêranî bû laka kûçikan. Gewrî li min ziwa bû. Serîyo tu qurbana lingan bî.

Hespa min ba girt, lê min ji nişka ve destekî giran li ser xwe hîs kir. We yê bigota qey kincên min di bine avê re kirine li min wer kirine. Min derûdora xwe raçav kir û zengû da hespa xwe. Qeratîyek mîna perdeyek reş li ser serê min reqisî û ew giranî bêtir zêde bû. (…)”

Vegêr pirî di bin bandora çîroka apê xwe da maye di xewa xwe da perîyek rût û tazî dibine, ew perî tê li dewsa şahdamara wî radimîse û ber bi kanîya ku dike xulexul ve diçe. Di wê xewê da xwe bi xwe dibêje: “Belkî jî ew ji bo ramûsanekê li pey wî ketibû, lê wî kumreşî kir û loma wê apê min da ber gezan.” Dengek wiha tê vegêr: “Endirrik! Qudret şahê perîyan e” û dewsa gezên li ser laşe apê wî baş dibe. Navê heşt çîrokên din jî ev in: “12-Xozneber, 13-Rotê Şevê, 14-Çend Rêzexewn û Hewldana Hiljenîna Hêlînekê, 15-Pêgirtek, 16-Pêlav, 17-Tirs, 18-Dermanê Bayê, 19-Xîret

Çîroknûs di şêwra me da behsa deftera xwe ya peyvan kiribû, bi rastî jî wek li jorê hat dîtin pirtûka wî ya çîrokan bi hêmanên folklorik û zimanî xemilandîye.