4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya ji bo nêzîkbûna bi Tirkiyeyê re zextê li Şamê dike

Enqere êdî dixwaze valahiya di navbera xwe û Washingtonê de derbas bike, nexasim ku fikar hene Moskovayê di şerê Ukraynayê de têk biçe.”

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: “Serokê Sûriyeyê Beşar Esed duh serdana Moskovayê kir û ji aliyê cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ve hat pêşwazîkirin. Tê texmînkirin ku serdana Esed bi hevdîtina bi serok Vladimîr Pûtîn re tacîdar bibe ku di hevdîtinê de her du alî behsa hewldanên Rûsyayê yên nêzîkkirina Şam-Eqnereyê û anîna cem hev a Erdogan-Esed, nîqaş bikin.

Moskovayê hewldanên xwe yên ji bo derbaskirina astengiyên Şamê li pêş normalîzekirinê bi Enqereyê re danîne, zêde kirin. Ev serdan di demekê de tê kirin ku hewldanên lidarxistina civîna cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Sûriyeyê û Tirkiyeyê tê kirin. Di heman demê de Rûsyayê hewl da vê civînê heta piştî civîna Rûsya-Sûriyeyê taloq bike.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Moskovayê ji Şerq El Ewset re got Sûriye hîna bi hişmendiya ku biserketiye nêz dibe  û pêdiviya gavên erênî ji bo çareseriyê bi israr paşguh dike.

Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Rûsyayê jî li gorî çavkaniyên Sûriyeyê ragihand ku hin daxwazên Şamê hene ku dixwaze beriya diyarkirina dema civînê ya fermî pêk bîne.

Tirkiye hewl dide ku têkliyên xwe bisînor bike

Rojnameya El Ereb jî di hejmara xwe ya îro de cih da têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê û wiha nivîsî: “Şîrketa alavên eleketronîk a leşkerî ya Tirkiyeyê daxuyand ku dibe pêwîstiya Tirkiyeyê bi fûzeyên S-400 ên Rûsyayê nebe ku xwe pê biparêze, ji ber alavên wê yên xwecih bi pêş dikevin û dikarin di parastinê de bi kêr werin. Ev yek wek peyamekê ji amerîkiyan re bû ku dijberî peymana fûzeyên Rûsyayê ne.

Ji daxuyaniyê diyar dibe ku di helwesta serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li hember Rûsyayê û serokê wê Pûtîn de, guhertin çêbûye ku Erdogan her demê Pûtîn wek dost û hevalbendê xwe bi nav dikir. Lê diyar e ku Enqere êdî dixwaze valahiya di navbera xwe û Washingtonê de derbas bike, nexasim ku fikar hene Moskovayê di şerê Ukraynayê de têk biçe.”