8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişmendiya înkarê 100 sal in didome

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş, helwesta Wezareta Tenduristiyê rexne kir û anî ziman ku hişmendiya înkarê ya 100 salan nehatiye guhertin. Guneş, destnîşan kir ku ew ê vê ferasetê li meclis û kolanan teşîr bikin.

Wezareta Tenduristiyê di 26’ê tebaxa 2023’yan de ragihand ku 5 ziman (ingilîzî, almanî, erebî, fransizî û rûsî) li E-Reçetemê hatine zêdekirin. Lê kurdî di nav wan de tune ye. Îro li Tirkiyeyê zimanê dayikê yê bi milyonan kesan kurdî ye. Lê wezareta tenduristiyê di pergala E-Reçetemê de bi milyonan kes tune hesiband. Li dijî vê helwestê bertek û nerazibûn zêde dibin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk li dijî vê yekê pêşnûmepirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirin. Parlamenteran bi komî pêşnûmepirs dan meclisê.

Têkildarî mijarê Parlamentera Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş diyar kir ku ev helwest feraseta înkarê ya 100 salan e û wiha axivî: “Wezareta Tenduristiyê wekî karekî pir pêşketî kirine daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya wezaretê li gorî pergala e-receteyê wê ji xeynî kurdî (kurmancî-kirmancki) bi 5 zimanan xizmeta tenduristiyê  bikin. Dema em li naveroka vê xebata ku pesnê xwe pê didin û li gorî wan pêşketî ye, dinerin; em li vir înkarkirina zimanê kurdî dibînin. Înkara kurdan û cudakariyek pir mezin dibînin. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Hişmendiya Wezîr a 100 sal berê ye

Guneş anî ziman ku wan wekî partiya çepên kesk, 55 wekîlan bi hevre pirsname da meclisê û wiha got: “Ji bo ev cudakariya û neheqiya hanê ji holê rabe, me pirsname da meclisê. Li hemberî van pirsnameyên me bersîva Wezîrê Tenduristiyê  hebû. Vê bersîvê nêzîkatî û hişmendiya wan derxist holê. Di vê daxuyaniya wezaretê de helwesta Lozanê hebû. Feraseta wan a 100 sal berê hebû. 100 sal berê tunekirina ziman û nasnameya kurdî hatibû îmzekirin. Îro em di  vê daxuyaniyê de hişmendiya 100 sal berê dibînim.”

Guneş, anî ziman ku 100 sal berê di peymana Lozanê de wekî tirk û kurd wekhev in û cudahiya wan tune hat nîşandan û wiha berdewam kir: “Wekî ku ziman, çand, nasname û dîroka kurdan a cuda tune ye hat nîşandan. Derew kiribûn. Gotibûn ‘Mafê kurd û tirkan yek e. Çawa mafê tirkan heye, mafê kurdan jî heye. Çawa zimanê tirkan heye, zimanê kurdan jî heye.” Bi van xapandinên dîrokê çûn Lozanê û peyman îmze kirin.  Li pêş perdeyê wekî ku kurd û tirk wek hevin û mafê wan wekî hev e hat nîşandan.  Lê li pişt perdê cudahî û înkar hat kirin.”

Dibêjin ‘Hemû kurd tirk in’

Guneş, anî ziman ku 100 sal berê di peymana Lozanê de di bin navê wekheviyê de hemû kurd wekî ‘Ew jî tirk in’ hat nîşandan û wiha lê zêde kir: “îro em dibînin ku wezîrê tenduristiyê heman tiştî dubare dike û bi raya giştî re parve dike. Dibêjin kurd hemwelatî ne. Ji xwe bi kurdî zane. Dibêjin kurd welatiyê tikan e û pêwistî bi zimanê wan tune. Dibêjin ji xwe bi tirkî dizanin. Wekî kurd tune bin. Wekî hemû kurd tirk bin tev digerin. Heman hişmendî û nêzîkatiya 100 sal berê ya Lozanê îro jî berdewam dikin. Niha me pirsname da meclisê. Lê xebat û nerazibûnên me bi vê yekê bisînor namînin. Em ê lêpirsîna edlî bikin û serlêdana sûc bikin. Em ê hem li meclisê û hem li kolanan teşîrkirina vê ferasetê bidomînin.”