7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Humat El Cezîrê: Operasyon baş bi rêve diçe

Yek ji fermandarên Hêzên Humat El Cezîrê Zewbei Zewbei da zanîn ku hejmareke komên xirabker û 'terorîst' mijûlbûna hêzên wan bi êrîşên dewleta tirk ji bo pêkanîna êrîşan bi kar tînin. Zewbei bal kişand ku Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” baş bi rêve diçe.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di çarçoveya mayîndekirina aramî û ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 27`ê Tebaxê Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ragihand.

Yek ji fermandarên Hêzên Humat El Cezîrê (Parêzvanên Cizîrê) ya girêdayî HSD`ê Zewbei Zewbei têkildarî mijarê ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Zewbei got: “Hêzên Sûriya Demokratîk giranî dida bersivdayîna êrîşên artêşa tirk û Komên terorîst ev yek wekî fersendekê ji bo derxistina fitneyê bi taybet li herêma gundewarê rojhilatê Dêrazorê, bi kar anî.”

Zewbei bi bîr xist ku dewleta tirk bi rêya dronên biçek fermandarên HSD`ê hedef digire da ku derfeta xirabkirina ewlehiya herêmê bide komên xirabker û “terorîst”.

Zewbei bal kişand ku HSD`ê, Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li ser bangawaziyên gel û eşîrên Dêrazorê ragihandiye û got: “Ji ber ku rewş gundewarê rojhilatê Dêrazorê xirab bû, me bersiva wan bangawaziyan da û da ku li hember xirabkeran bisekinin me berê xwe da herêmê. Me 27`ê Tebaxê ji Şedadê heta Hecînê dest bi operasyonê kir. Hevalên me bi ruhê berpirsiyariyê gelek deverên ku terorîstan xwe lê vedişartin, dorpêç kirin û ew girtin.”

Zewbei bal kişand ser têkiliyên xurt ên navbera wan û eşîran de û wiha domand: “Çi li Dêrazorê, çi li Qamişlo an jî Hesekê bin, em amade ne li her deverê piştgiriya gelê xwe bikin û bangawaziyên şêniyan bibersivînin.”

Zewbei li ser rêveçûna operasyonê jî da zanîn ku operasyon baş bi rêve diçe û got: “Em hêvî dikin ku li gorî baweriya gelê xwe yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê bin. Her wiha hêvî dikin ku ew jî bi me re bibin alîkar da ku em terorîstên ku mijûlbûna hêzên me bi êrîşên dewleta tirk bi kar tînin, tune bikin.”

Hêzên Humat El Cezîrê “Humat El Cezîrê” ya ji ciwanên eşîrên herêmê pêk tê, di bin sîwana HSD`ê de tevdigere û ew jî beşdarî Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” bûye.