5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran serî li CPT’yê dan: Divê bi lez û bez serdana Îmraliyê bikin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) da ku bi lez serdana Îmraliyê bike.

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 30 meh in bi ti awayî agahî nayê wergirtin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî bûyerên di navbera 30’yê nîsana 2023 û 31’ê tîrmeha 2023’yan de qewimîne serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da.

Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve agahî ji Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayê wergirtin.

Di nava sê mehan de 37 serlêdan bêbersiv hatin hiştin

Parêzeran diyar kirin ku rewşa wernegirtina agahiyê ‘încommûnîcado’ bênavber giran dibe û bi bîr xistin ku di navbera 30’yê nîsanê û 31’ê tîrmeha 2023’yan de di pêvajoya 3 mehan de li gel 25 serlêdanên parêzeran 12 serlêdanên malbatê bêbersiv hatin hiştin.

Parêzeran bal kişandin ser wê yekê ku nameyeke bi tenê ya serlêdêran jî negihîştiye wan û diyar kirin ku ew aqûbeta nameyên ji Îmraliyê re têne şandin jî nizanin.

Fikar di asta herî bilind de ye

Di serlêdanê de hat gotin, “Bi rengekî şênber hatiye destnîşankirin ku astengkirina hevdîtina parêzeran a ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve biryareke polîtîk e ku xwe naspêre hiqûqa navneteweyî û hiqûqa hundirîn. (…) Ji ber ku hiqûqî û qanûnî nîne, di dema bicihanîna van biryaran de agahî ji parêzeran re nayê dayin, parêzer li derve têne hiştin û bi rengekî veşartî bi cih tê anîn.”

Di serlêdanê de hate ragihandin ku “fikarên li ser jiyan, tenduristî û ewlehiya hiqûqî” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gihîştiye asta herî bilind û hate gotin, hikumeta AKP’ê tespît û pêşniyarên CPT bi cih nîne, bêhiqûqiyê dewam dike û hewl dide ranteke siyasî jê werbigire.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku komîte divê êdî dest ji helwesta xwe ya bicihanîna prosedurên asayî berde û bi gotina “Sibe dibe ku dereng be” hişyarî hat dayîn.

Daxwaza serdana ‘lezgîn’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji CPT xwest ku li derveyî bernameya xwe ya serdanê bi rengekî “lezgîn-acîl” serdana Îmraliyê bike û ev daxwaz rêz kir:

“* Komîteya we li gel eşkerekirina tespît û rapora xwe ya li ser serdana dawî, divê bi rengekî lezgîn serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bike.

* Serdana parêzeran tavilê pêk were, bi rêk û pêk bibe û astengiya bi biryarên dadgehê yên li dijî hiqûqê bêne bidawîkirin.

* Serdana malbatê û wasî bê kirin, bi rêk û pêk bibe û dawî li astengiya bi cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bê anîn.

* Li gel bicihanîna mafê serdanê, serlêder karibin bi malbat û xizmên xwe re mafê telefonê yê rûtîn bi kar bîne.

* Astengiyên li pêşiya mafê name, telgraf û faksê hemû bêne rakirin.

* Kiryarên lid ijî hiqûqê yan jî pratîkî yên li hemberî mafê wergirtina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibe.

* Ji bo rakirina êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê, şert û mercên xerab û rewşa încommunîcado tedbîr bêne wergirtin û xala 10/2 a peymanê bi cih bê anîn.”