18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kirkazak: Em ê têkoşînê bi Çepên Kesk bidomînin û bîrdoziya HDP’ê biparêzin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkkazak diyar kir ku beriya konferansê ji nû ve avakirinek şerte û wiha got: “Dê HDP’ê hemû têkoşûna xwe ya aştî û azadiyê li ser Partiya Çepên Kesk bimeşîne û Parastina bîrdoziya HDP’ê jî biparêze.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk beriya konferansa (xwe ji nû ve avakirinê)  li eywana dawetan ya Kaplanê li Amedê civînek lidar xist. Li eywanê pankarta “Bi serhildan û rêxistinê em azadiyê diparêzin”  û alên Partiya Çepên Kesk hatibû xemilandin. Parlementerên Partiya Çepên Kesk yên Amedê Sevîlay Çelen, Serhat Eren, Hevserokê HDP’ê yê Giştî Cahît Kirkazak, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn û hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan tev li civînê bûn.

Her wiha Rêxistinên Navend û Navçeyên partiya Çepên Kesk a Amedê, Komeleya 78’an,  Komeleya Lêkolîn Çand û Ziman ya Hunerê (MED-DER), Komeleya Federasyona Yekîtiya Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Mehkûman re (MED-TUHAD-FED), Komeleya Hevgirtin û Çandê ji bo Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda kirine  (MEBY-DER), Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hukum Xwaran (TUAY-DER) beşdarî civînê bû.

Di destpêkê de Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan axivî û wiha got: “Girtiyê bi navê Şakîr Tûran ku di girtîha Elezîzê de dimîne, jiyana xwe ji dest daye. Em ji bo malbatên dayikên ku li Colemêrgê di encama qezayê de jiyana ji dest dan, sersaxiyê dixwazin.”

Tirkiye Peymana Lozanê ji xwe bikar tîne

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkkazak anî ziman ku Partiya Çepên Kesk li dijî pergala heyî ew ê têkoşîna xwe heta dawî bidomîne û ev tişt got: “Ev sed sal in di feraseta avakirina komara Tirtkiyeyê de, bi tenê  yekperestî hatiye avakirin. Di vê pergala yekperestiyê de ewil faşîzm dertê holê. Ev tişt rê li ber qirkirina hemû nasnameyên cuda vedike. Tirkiyeyê Peymana Lozanê wekî fermanekê ji xwe re bikar tîne. Gelê kurd herdem para xwe ji van êrîş û bûyerên diqewimin girtiye. Îro pêwîstî bi peymaneke wekheviyê heye. Dîsa yên ku hêza avakairina peymana wekheviyê jî bînin gelê kurd û Partiya Çepên Kesk e.”

Hêza HDP’ê hêza Kurdistanî ye

Kirkkazak, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Taybetmendiya vê tevgerê ew e ku ji gelê xwe re xizmeteke baş dike. Her çiqas bixwe bawer be jî divê ku rexnedayîna xwe jî bide. Ev pergal demek dirêje dest bi şerê qirêj û tasfiyekirinê kiriye. Her roj bi rêbazên cuda cuda êrîşeke mezin li ser gelê me heye. Partiyê û gel bi têkoşîna hevpar van êrîşan vala derxisitin. Li ser daxwaz û pêşinyarên gel jî em ê nexşerêya pêşerojê zelal bikin. Her wiha di dawiya vê heftiyê de wê kongreya HDP’ê were lidarxistin. HDP’ê di serî de hêza hemû Kurdistanê û hêza Tirkiyeyê ye. Hêza têkoşîneke hevpar li hemberî yekperestiya faşîzma tirk bûye weke pûsûlayekê. Dê HDP’ê hemû têkoşûna xwe ya aştî û azadiyê li ser Partiya Çepên Kesk bide avakirin. Di heman demê de dê bîrdoziya HDP’ê jî biparêze.”AMED

.