7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêwîstî bi taloqkirina ceza nedîtin, di zindanê de jiyana xwe ji dest da

Derket holê ku girtiyê nexweş ê 70 salî Şakir Turan ê ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da 20 roj berê rapora, "Hewcedarî bi taloqkirina ceza nîne" hatiye dayîn.

Girtiyê nexweş Şakir Turan (70) ku 6 sal cezayê hepsê lê hatibû li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzînganê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Turan li Girtîgeha Erzînganê ya Tîpa L’yê dihat ragirtin. Derket holê ku Derket holê ku 20 roj berê rapora, “Hewcehî bi cezayê taloqkirinê nîne” hatiye dayîn. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzînganê Şandeya Tenduristiyê bi piraniya dengan di 10’ê tebaxê de biryar girtiye û rapora, “Hewcehî bi cezayê taloqkirinê nîne” dane Turan. Heman rapor di 25’ê çile de jî dane Turan. Tevî ku gelek nexweşiyên Turan di raporê de cih digirin jî hewceyî bi berdana wî nehatiye dîtin.

Hê tedawî û teşhîsa bo nexweşiya penceşêrê ya ji bo Turan didomiya, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.