7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişyariya mirov a ji xewa tarî

Newroz agir e, Newroz ruhê hebûnê ye, Newroz hişyariya mirov a ji xewa tarî ye, Newroz kurd e, Newroz azadî ye, Newroz hebûn û xwebûn e, Newroz zindîbûna jiyanê, Newroz xwenûkirin e

Di destana Newrozê de tê gotin ku beriya zayînê di dema Medan de keyayê asûrî yê bi navê Dehaq bi zilma xwe tê nasîn û neyarê kurdan e. Dehaq her hewl dide ku kurdan ji xwe re bike kole û jin û xortên ciwan ên kurd ji xwe re bike qurban. Gelê kurd ku ji wan re medî tê gotin her di nav berxwedanê de ne. Ji wan kurdan yek jê Kawayê Hesinkar e. Kawa, bi fikr û ramanên xwe û hêza xwe tê naskirin. Lewra fikra wî ya azadiyê pir xurt e û keseke pir berxwedêr e. Roja ku Dehaqê zilmkar dixwaze kurê Kawa jî ji xwe re bike qurban Kawa, gelê xwe ber bi çiya ve dişîne. Nîşaneya serkeftina xwe weke meşaleya agir nîşan dide. Piştî ku serê Dehaq û her du marên wî yên li ser milê wî ku bi mêjiyê ciwanên kurd tê xwedîkirin jê dike û meşaleya serkeftina şoreşa xwe bilind dike.

Piştî van bûyeran bi baharê re ji bo kurdan nûroj dest pê dike û ji wê rojê heta îro weke cejna Newrozê tê pîrozkirin. Newroz, weke roja serkeftina serhildana Kawayê Hesinkar tê pênasekirin. Rêber PKK’ê Abdûlah Ocalan di gelek nirxandinên xwe de wate û girîngiya Newrozê bi awayekî balkêş tîne ziman. Ocalan der barê Newrozê de wiha dibêje: “Newroz herikîna xwînê ya li rehên jîyanê ye. Kurd gelê Newrozê ne. Newroz îfadeya herî jor a hebûn û îradeya jiyana demokratîk û azad a gelê kurd e.”

Herikîna rehên li jiyanê

Ocalan, bi taybetî bi derketina PKK’ê re cejna Newrozê cejneke normal wêdetir weke roja berxwedan û serhildana  gelê kurd pênase dike. Bi sedan şehîdên Newrozê jî nîşaneya vê yekê ne. Lewra jî Ocalan yekemîn civîna koma xwe di Newroza 1973’yan de li paytexta Tirkiye Enqerê li dar dixe. Her wiha di nirxandineke xwe ya di Newroza sala 1998’an de girîngiya Newrozê wiha pênase dike: “Newroz gul û çîçeka berbangê ye. Newroz vegera li jiyanê ye. Newroz vebûna rengîn a xwezayê ye. Newroz herikîna xwînê ya li rehên jiyanê ye.”

Ocalan, diyar dike ku  ji ber Newroz roja jiyanê ye di heman demê de roja hesabpirsînê ye jî. Dîsa destnîşan dike ku di jiyan û azadiyê de divê rastî, şaşî û kêmasî ji hev bên derxistin û bên dîtin û wiha dibêje: “Di rojên wiha yên Newrozê de ku hestên mirovan derdikevin pêş em neçarin hûr û kûr bifikirin. Lewre wekî din em nikarin hurmetê, hezkirinê û coşê bi dest bixin. Newroz karekî gel e, kurd jî gelê Newrozê ne. Newroz îfadeya herî jor a hebûn û îradeya jiyana demokratîk û azadiya gelê kurd e.”

Ronahiya agirê Newrozê

Ocalan, di nirxandinên xwe de ji bo şehîdên Newrozê jî wiha dibêje: “Newroz Mazlûm e, Rehşan e, Zekiye ye, Ronahî ye û Bêrîvan e. Van şehîdan di rojeke wiha de tirs kuştin. Cesaret dan gelê me. Azadî û rûmeta xwe ji dijmin re nehiştin. Jixwe wekî din nedihat qebûlkirin. Zekiye Alkan li Sûrên Amedê, Ronahî û Bêrîvan li Ewropayê, Rehşan li Keleha Îzmirê û Mazlûm li zîndana Amedê bi şehadetên xwe germahî û ronahiya agirê Newrozê dan gelê Kurdistan û hemû mirovahiyê.”

Di 8’ê Adara îsal de jinên kurd bûn pira di navbera 8’ê Adarê û Newrozê de û bi awayekî girseyî daketin meydanan roja xwe ya Jinên Kedkar a Cîhanê bi kedeke mezin pîroz kirin. Piştî erdheja dijwar jinên kurd dîsa pêşengiya mirovahiyê kir û peywira ku ket ser mile mirovahiyê pêk anîn û tînin. Li 11 bajarên ku ji erdhejê bibandor bûne bûn destê yekem û xwe gihand mexdûrên erdhejê. Êşa gel bi êşa xwe yên sedsalan ve kewand û hembez kir. Jinên azadîxwaz bi çalakiyên xwe rengê Newrozê jî aşkera kir. Gotin ku wê hesab ji kujeran bê pirsin û ew bixwe wê hesab ji kûjerên mirovahiyê bipirsin û daketin qadan. Hem rengê berxwedanê hem jî rengê biharê diyar kir.

Newroz xwenûkirin e

Gelê kurd di dîroka xwe de di tu şert û mercan de terka rûmet û mirovahiya xwe nekiriye. Li dijî dagirkerên zalim her tim berxwedaneke birûmet nîşan dane. Ji ber van taybetmendiya xwe, ji ber bextewariya xwe gelê kurd û Kurdistanê bi faşizmê re rû bi rû dimînin. Rast e gelê kurd niha di bin darê zorê de ne, bindest û belengaz in lê tu car bê hêvî tevnegeriyane û li ber xwe dane. Li kîjan deverê dinyayê bê pirsîn bila bê pirsîn wê gelê kurd weke qelaş, bê bext, bê rûmet, bê xîret û bê cesaret neyê pênasekirin. Cih û warê ku tê de ne, çiqas zor û zahmet be jî, gelê kurd bi berxwedana xwe ya dîrokî, bi xebata sazî û rêxistinên xwe yên neteweyî, bi keda xwe ya qahremanî her roj bi jin û mêran ve ji nû ve xwe serbilind dike.

Newroza îsal bi taybetî wê bibe helwesta  hesabpirsînê. Lewma  Newroz agir e, Newroz ruhê hebûnê ye, Newroz hişyariya mirov a ji xewa tarî ye, Newroz kurd e, Newroz azadî ye, Newroz hebûn û xwebûn e,

Newroz zindîbûna jiyanê, Newroz xwenûkirin e. Ji ber ku hem Kawayê Hesinkar hem jî Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bi pêxistina agirê Newrozê dest bi pêvajoyeke nû nikirine. Pişta xwe dane mirinê û berê xwe dane jiyanê. Li jiyanê vegeriyane. Dest bi pêvajoya berxwedanê kirine. Berxwedan bi ruh pêş dikeve. Cihê ku ruh lê tune be, berxwedan jî lê pêş nakeve. Newroz zindîkirina wî ruhê berxwedanê ye.