6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lêkolînek li ser çanda jinan

 Sarya Karakoçan

Dema folklor, wek zanista gel tê lêkolîn kirin, tê de govend jî di nav de, şêwaza jiyana mirovan dike mijara xwe, her tiştê civakê ji zayîn heta mirinê, tekiliyê jin û zilam, kar û xebat, çandinî, şivantî, dawet heta şer dibe mijara lêkolînê.

Wê demê taybetmendiyên çanda aryen û çanda semîtîk jî dikare were lêkolîn kirin û şîrove kirin. Lê tişta balkêş ewe ku, civakên wek gelê arî tên naskirin, mînak fars, afghan, Pakistan, hind de, dansên wan de deste hev girtin û weke kurdan govend gerandin nîne.  Lê bi çandên dîtir re ji hev bandorbûn jî çêbûye.

Dîsa tevgerandina govendên kurdan de bêtir kolektîfbûn, fîgurên nerm, tevgerên cûrbicûr hene û govendên şer de jî êrişkarî nîne, di dawiya şer de lihev hatin heye. Di vir de mînaka govenda YARKUŞTA herêma Varto berbiçav e.  Jinek xwe davêje navbera şer û laçika sere xwe datîne. Şer wê demê bi aştî disekine. Dema giştî govendên li Rojhilata Navîn bi vê perspektîfê were nêrandin, di milê dîrokî de berxwedana çanda Kurd beramberî wan taybetmendiyên êrişkar yên gelê dîtir, çawa berxwedaye dikare rehet were dîtin. Di dîrokê de Kurdan di milê siyasî dibe ku wenda kiribin, lê ji ber berxwedaniya çanda aryen heta roja îro xwe parastiye û guhêrtin çêbin jî, tüne nebû ye.

Ji ber govend bi giştî taybetmendiya jiyana civakekê dide xuya kirin. Em dikarin îxaneta hundirîn, hovîtî, kuştin, talana, li ser kurdan çêbûye, û beramberî kê çawa berxwedaye bi wan govendên şer de jî weke ku di dengbêjiyan de hene, weke belgeyên dîrokî şîrove bikin. Mînak govenda Xelef ya Botanê heye. Di stran de behsa Êzdîn şêr dike, govenda xelef jî bi vê stranê tê gerandin. Di vê derê nakokiya Êzdîn Şêr û Bedirxan Beg tê xuya kirin. Di bingeh de nakokîyên desthilatdarên kurd û parçebûna wan di pêvajoyek dîroka kurdan de tê belge kirin. Her çiqas govend cûda jî be, lê mijara stranê tam jî ev e.

Lê dema em govendên civakên semîtîk jî dinerin, ew jî bi vê şêwazî kêfxweşî û jiyana xwe peşkeş dikin.  Di govendan de jin-zilam deste hev digirin û govendê digerînin. Govendên jinan ku bi tenê û govendên zilam bi tenê digerînin jî hene. lê tişta esasî ewe ku taybetmendiya govenda kurd de zilam de hişkbûn, êrişkarî, talan nîne ango govendên şer bi aştî diqede. Di govendên şer yên kurdan de her xweparastin tê de heye. Lê yên semîtîk wek ereb, aşurî, Kafkas de êrişkarî, şer û hişkbûn heye. Di deste zilam de şûr anjî sîleh heye. Lê rola jin di govendên Kafkas û ereban de nazikbûn, amûrê zayendî bûn zêde pêş e.

Çawa ku cil û bergên jina kurd de kofî heye, çandên semîtîk de jî aksesuarê ji serî de hene. Di vê mijara kofîyê serê jina kurd de lêkolînek diltêr çênebûye. Di mijara jin de pêwendiya bi mar re, di çanda aryen de mar çima pîroz e tam bersiv nehatiye dayîn, ango ne têrkerin. Lê di lêkolînên tên kirin de, di mijara kofî de, Xwedevendên(Venus) ku laşe xwe tazî ne û qelew in, di serê wan de her tim aksesuarek heye. şibandinek wê bi kofî re dikare were kirin.

Peykerên jin yên ku ewrûpa derdikevin, em ji bîr nekin ku-li ser Mezopotamya çûne wê derê. Heta ku civakbûna ku-li Mezopotamya dihat jiyan kirin 3-4000 sal pişt re derbazî Ewrûpa dibe.

Di hin lêkolînên li ser sembol û wêneyên dema paleolîtîk de, yên li ser keviran hatine xêz kirin de,  ‘’mar’’ jî hatiye pênase kirin. Di  vê mijarê de pirtûka Mehmet Ateş ya (Mitolojiler ve semboller) de jî gellek lêkolîn û nêrînên bi wate hene.

Spîral wek temsîla hêka(malzarok) jin û Sperma ya ku dora hêk digere ve, li ser keviran hatiye xêz kirin. Ji ber vê jî fallus bi vê sembole bi wate kirine.  Zanyarekê Etnolog bi navê Crawley jî zayenda zilam (nêr) dişibîne mar, ku wek sembola wê pênase dike. Sembola mar:  jin- zayîn-mirin-tenduristî- reînkarnasyon tîne ziman.

Şopandina xweza, çawa ajalên bi perr ji hêkan derdikevin, dîsa mar-jî ji hêk derdikeve. Ew wek sembola zayînê gelek bi wate ye. Mar wek regenerasyon/ jinûve çêbûn tê sembolize kirin. Ji ber- ku çermê xwe diguhêre, zivistanê dikeve bin erde, dema germ dibe dîsa derdikeve ser rûyê erde. Di vir de bi Mîtolojiya Inanna-Dumuzî ya ku 6 meh bin erd de dijî, lê biharê(21 Adarê) û havînê tê ser erd re jî dikare were girêdan. Jin jî her meh xwe nû dike. Di vê derê de pêwediya jin û mar bi hevre çêdibe. lê mijara tenduristî de mar temsîla herdû zayendan dike.

Şahmaran bi xwe jî kofî ser serê wê ye, qoçên wê hene, qoç temsîla xwedevenditî ango pîrozî ye. Dîsa stêrk an jî heyv jî li ser kofî wek sembola jin  dîsa biwate ye. Bi giştî, di serî de heya dawiya xwe, dişibe spiral û di heman demê de şibandina hêk heye. Ev giloverbûna ku mar û Şahmaran(serî-dawî) çêdike, di heman demê de rehma, malzaroka jin temsil dike. Li ser pişta Şahmaran carna çûk (di mîtolojî de xweza) carna gûlên sor (evin) hene. Girêdana ji xweza re, eşq/hezkirin, zanist û xweşikbûn tê de heye. Wek encam, hemû sembolên di Şahmaran de, reînkarnasyon, jinûve zindî ango dayîkbûn, hezkirin, bereket û yekitiya jin-zilam dide diyar kirin.

Tevî ku dîroka Şahmaran ne diyar e, lê gellek mîtolojiyên ku jin û mar bihev re gire didin hene, di Hîtîtan de Ejderha Illuyanka û Medusa bigir heta di olên yekxweda de Lîlît. Ev xwedevendên jin hemû temsîla jina serî natewîne, azadî, xweza ve girêdayî ye, koletî qebûl nake, dikin. Di bingeha xwe de jina civaka xwezayî temsîl dikin.

Di vir de lêkolînên hatine kirin hene, danehevên derketine pêş dide xuya kirin ku,  B.M. 24hezar sal berê, jin û zilam bi hevre nêçirvanî kirine. Hestiyên ku-di şikeftek(Grotta del Caviglione) li îtalia û dîsa li fransa Vix BM 500 – 450 hatiye vedîtin de, vê dide nîşandan. Di serê jinê de xemleke wê heye. Dîsa piştrast bûye ku wêneyên nêçirvaniyê ku-di Şikeftan de hatine xêzkirin,  jinên nêçîrvan ev wêne çêkirine.  Di vê xalê de tişta em jê derxinîn ewe, jinê  nêçirvanî jî kiriye, li ser diwarên Şikeftan resim jî çêkirine. lê ji ber-ku arkeolog zilam in, ev wek kare zilam dane xuya kirin. Lê di civaka xwezayî de wekhevî heye, kes kesekê meztir, xurttir, pêşketîtir nîne. Mirov dikare Şahmaran jî weke sembola dema Xwedawendan ku jin-zilam wekhev in bigre dest.