27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Para zarokên kurd ji îşkence, birîndarkirin û kuştinê

Di heyama 20 salên desthilatdariya AKP'ê de li bajarên bakurê Kurdistanê gelek zarokên kurd ji aliyê leşker û polîsan ve hatin kuştin, îşkencekirin û birîndarkirin. Kujer û tawanbaran ji ber bûyerên ku kirine tu ceza negirtine

Li gorî nûçeya ku nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Tolga Guney amade kiriye li navçeya Licê ya Amedê zarokê bi navê Y.D. (14) di 21’ê Adarê de bi şev dema bi hevalê xwe yê 10 salî re vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve tê sekinandin û paşê revandin û îşkence lê kirin. Zarokê bêsedem revandin ewilî birin zeviyeke tena ya li ser rêya gund. Dû re polîsan li Y.D. ferz kirin ku bêje tirk e û bi gotina “Çêrî kurdan bike, sirûda Îstîklalê bixwîne” li wî dan. Polîsan dev, dest û lingên zarokê ku bi îşkenceyê anîn ber mirinê girêdan û danîn nav çirava li kêleka çem. Zarokê ku di tariya şevê de gundiyek pê hesiya û ew rakirin nexweşxaneyê, xetereya wî ku çavekî xwe winda bike heye. Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser belavbûna bûyerê derbarê polîsan de lêpirsîn da destpêkirin.

Li bajarên bakurê Kurdistanê gelek bûyerên îşkenceyê diqewimin. Lêpirsînên ku hatin destpêkirin an nehatin biencamkirin an jî kiryar nehatin cezakirin. Her çiqas hatibin cezakirin jî cezayên mîna “xelatkirinê” li wan hatin birîn. Li naverastên kolanên bakurê Kurdistanê her tim îşkence xwe radixe ber çavan û ev yek helwesta dewletê ya li hemberî zarokên kurd jî nîşan dide.

Me bûyerên îşkence, qetilikirin û birîndarkirina li dijî zarokên Kurdistanê di salên dawî de berhev kir.

Der barê leşkeran de tiştek nehat kirin

Li gundê Sorê yê bi ser navçeya Geverê ya Colamergê ve di 22’yê cotmeha 2022’yan de zarokê bi navê M.A. yê 16 salî bi tundiya leşkeran re rûbirû ma û hat binçavkirin. M.A. piştre hat berdan. Tevî ku giliyê bûyerê hatiye kirin jî heta niha tu encam jê derneketiye.

Li ser sînorê Rojava işkence

Di 24’ê tebaxa 2021’ê de li ser sînorê Qamişlo û bakurê Kurdistanê yek jê zarok 3 kesên dixwestin derbas bibin bi îşkencekirina leşkeran re rûbirû man. Leşkeran bi hesinan li Elî Salih (32), S.M. (17) û Mihemed Mihemed (30) dabûn û ceyranê dabûn canê wan. Piştî leşker eşyayên welatiyan desteser dikin, wan di ser dîwarê 5 metre bilind e diavêjin aliyê din ê sînor.

Her wiha di 18’ê tebaxa 2021’ê de saet li 03:00’yan li ser sînorê Dirbêsiyê û bakurê Kurdistanê leşker îşkenceyê li E.S. (16) û M.S.M. (17) kirin. Têkildarî van her du bûyeran jî tu lêpirsîn nehat destpêkirin.

Doz li zarokan hat vekirin

Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armuşê ya Wanê di 15’ê Sibata 2019’an de bi îdiaya dê çalakî bikin sê zarok hatin binçavkirin û li qereqola polîsan îşkenceyek dijwar li wan hatibû kirin. Ji bo zarokan serî li dozgeriyê hat xistin û lêpirsîn hat destpêkirin lê tevî ku 5 dozger guherîn jî tu pêşketin çênebû. Lê li şûna îşkencekaran derbarê her sê zarokan de doz hat vekirin û ji 10 salan heta 26 salan ceza hat xwestin.

Kuştina Kazanhan

Di 14’ê çileya 2015’an de polîsan gule li zarokên dilîstin reşand û Nîhat Kazanhan ê 12 salî hat qetilkirin. Doz hat vekirin. L sê polîsan cezayê 5 mehan hat birîn û polîsek jî hat beraetkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn cezayê li polîsan hatiye birîn hindik dît û biryarê xera kir. Doz hê jî berdewam dike.

Qetilkirina bi 13 guleyan berat kirin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21’ê Mijdara 2004’an de polîsan gule li Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî reşandin û hatin qetilkirin. Ûgûr Kaymaz bi 13 guleyan hat qetilkirin. Polîsên bi navê Mehmet Karaca, Yaşafettin Açıkgoz, Seydî Ahmet Dongel û Salîh Ayaz hatin girtin û darizandin paşê jî hatin beraetkirin.

 Ceza nehat xwestin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 6’ê çileya 2015’an de polîsan gule li koma ku operasyonan şermezar dikir barandin. Di encama êrişê de gule li Ûmît Kurt ê 14 salî ket û jiyana xwe ji dest da. Her çiqas doz li polîs M.Ş. hatibe vekirin jî lê heta niha tu ceza lê nehatiye birîn.

Di raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de, bûyerên îşkence, kuştin û birîndarkirinê yên li bakurê Kurdistanê hatin eşkerekirin. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ragihand ku di navbera salên 2017-2021’an de li bajarên bakurê Kurdisatnê herî kêm 132 zarok hatine kuştin û 385 zarok jî birîndar bûne. Di heman raporê de hat ragihandin ku herî kêm 71 zarok vi îşkence û muameleya xerab re rûbirû mane. Ji wan 29 heb di binçavan de, 8 heb di girtîgehan de û 34 jî li derveyî cihê binçavkirinan de qewimîne.

Li gorî raporê hin bûyerên îşkence ango tundiya li zarokan hatiye kirin wiha ne:

“* Di 29’ê nîsana 2015’an de li navçeya Geverê ya Colomergê polîsan bi guleyên plastîk êrişî ciwanan kir û zarokê 12 salî ji linge xwe gule xwar û birîndar bû.

* Di 14’ê gulana 2015’an de li taxa Yafesê ya Cizîra Şirnexê polîsan êrişî zarokên li eraziyê vala bi xarê dilîstin kir û polîsan guleya plastîk li şavê M.A. yê 8 salî xistin û birîndar kirin.

* Di 4’ê hezarîna 2015’an de li navçeya Avkevir a Agiriyê polîsan bi hinceta ku M.T. (15) û S.D. (16) egal li stûyê xwe pêçane îşkence kir û heqaret li wan kirin.

* Di 1’ê tîrmeha 2015’an de li gundê Robosiya Qilebana Şirnexê leşkeran êrişî welatiyên ku bertek nîşanî sewqiyata leşkeran dan kir û zarokên S.E., Y.E., S.E. û U.E. kirin binçavan û îşkence li wan kirin.

* Di 4’ê îlona 2015’an de polîsan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê îşkence li D.O. ê 15 salî kirin.

* Di 16’ê îloana 2015’an de li navçeya Wêranşara Rihayê polîsan bi ser malekê de girt û ewilî gule li malê reşandin û paşê jî îşkence li zarokên 12 û 13 salî kirin û çek xistin serê wan.

* Di 10’ê cotmeha 2015’an de li taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê polîsên tîmên taybet bi ser taxê de girtin û gule li derdorê reşandin û di encama gulebaranê de zarokê bi navê O.C. ê 16 salî ji linge xwe birîndar bû. Her wiha polîsan li zarokên bi navê S.Î. (17) û Y. (16) dan û îşkence li wan kirin.

* Di meha gulana 2020’an de li konutên li taxa Firata Nisêbîna Mêrdînê polîsan da ser zarokê bi navê B.E. yê 8 salî û bi çekê gef lê xwarin û gule berdan hewayê.

* Di 28’ê sibata 2021’an de maşîneyua zirxî ya polîsan da ser zarokan û di dîmenan de hat xuyakirin zarok ji bo ku di bin de neperçiqin direvin. Serdozgeriya Komarêya Êlihê di şûna derbarê polîsên dane ser zarokan lêpirsîn bide destpêkirin lê derbarê rêxistina HDP’ê ya Êlihê de lêpirsîn da destpêkirin.

* Di 13’ê gulana 2021’ê de li taxa Cûdî ya Elihê polîsan û bekçiyan bi hêceta ku zarokê bi navê V.S. ê 15 salî derketina qedexeya derve ya tevdîrên vîrûsa koronayê binpê kiriye, zeft kirin û îşkence lê kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê polîs rapora “saxlem” da V.S. û tevî dîmenan jî rapor îşkenceyê amade nekir. Serdozgeriya Êlihê derbarê polîs, bekçî û doktor de lêpirsîn da destpêkirin.

* Di 19’ê gulana 2021’ê de li taxa Sogutlu ya Hezexa Şirnexê bekçyan îşkence li Emre Sabur (19) û K.E. (16) kirin û heta serê sibehê wan di binçavan de hiştin. Paşê jî radestî malbatên wan kirin. Malbatan paşê zarokên xwe bir nexweşxaneyê û rapora lêdanê wergirt  û derbarê polîs û bekçiyan de gilî kir.

* Di 20’ê adara 2022’yan de li taxa Xaçortêy a Wanê polîsan îşkence li E.P. ê 15 salî jî di nav de li 4 kesan kirin û ew kirin binçavan. 8 roj di binçavan de hatin hiştin. Sê kes hatin girtin û zarokê 15 salî jî bi şertê kontrola edlî berdan.

* Di 31’ê kanûna 2022’yan de li taxa Dîcleyê ya Nisêbîna Mêrdînê polîsan bi hinceta ku B.K. (16) û Huseyîn G. (18) cilên netewî li xwe kirine û dema ji daweta xizmên xwe vedigeriyan li wan da û heqaret li wan kirin. Dîmenên vê kêliyê ji aliyê kameraya kargehekê ve hatibûn girtin. Li ser belavbûna dîmenan Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê derbarê polîsan de derbarê polîsan de lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên polîsên bi navê Alî A., Fatîh Ş., Naîm K. û Murat Y. hatin girtin.