9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê Beluçistanê dijî desthilata Îranê carek din li ser piya bûn

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî desthilata Îranê bê navber dewam dike, xelkê Beluçistanê weke her Îniyên borî duh ji qadan bûn

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Duh weke her Îniyên din, bi hezaran kes li bajarê Zahîdan ya Beluçistanê daketin qadan û dijî desthilatê nerazîbûna xwe anîn ziman. Xwepêşandanderan xwestin desthilatdarî were rûxandin.

Xwepêşanderên Beluçistanê diyarkirin ku ew dixwazin sîstemek wisan were avakirin ku li Îranê hemû pêkhate bigihin mafên xwe û herêmên xwe birêve bibin. Bi taybet hejmarek zêde ya jinan di xwepêşandanê de amade bûn û bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan.

Li aliyek din li bajarê Galîkş ya ser bi parêzgeha Gulistan ku zêdetirî xwe Tirkmen lê jiyan dikin, çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de xwepêşanderan piştgirî dan çalakiyên li Beluçistan û herêmên din yên Îranê.

Hêjayî gotinê ye di 30’ê Îlona 2022’yan de bi destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re li bajarê Zahîdanê jî xwepêşandanek mezin hatibû lidarxistin. Hêzên Îranê êrişî xwepêşanderan kiribûn û herî kêm 100 kes kuştibûn. Ji wê rojê ve her roja Înî xelkê Zahîdan dadikevin qadan.