2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûriyeyê rageşiya DYA û Îranê

Hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê hin dever kirin hedef. Piştre Pantagonê ragihand ku dronekê baregeheke karmendên amerîkî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye hedef û di encamê de hevkarekî amerîkî hat kuştin

Rojnameya El Îxbar a Lubnanê li ser vê mijarê wiha nîvisand: “Demeke kurt piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku balafirên Rûsyayê zêdekitî 20 caran asîmanê baregeha Tenefê binpê kir û peymanên neragihandî yên di navbera her du dewletan de li Sûriyeyê binpê kirin, baregeheke Koalîsyona Navneteweyî ya li devera Xerab El Cîr a li gundewarên bakurê rojhilatê Hesekê bi fûzeyan kirin hedef. Di encamê de ziyanên canî çêbûn.

Di demekê de ku balafirên Rûsyayê operasyonên şopandin û çavdêriyê li Herêma 55 KM û baregeha Tenefê didomandin, balafireke bêmirov baregeh û balafirgeha Xerab El Cîr a li gundewarên Yarûbiyê bi moşekan kir hedef. Tê texmînkirin ku ev balafir a komên sûriyeyî be ku desteka xwe ji Îranê digirin. Di encama vê topbaranê de ziyanên mirovî û madî çêbûn.

Diyar e ku di navbera Rûsya û Îranê de hemahengiyeke neeşkere li dijî hebûna Amerîkayê ya li Sûriyeyê heye. Armanc ji vê yekê ew e ku zextê li DYA’yê bikin, ji bo ku biryara vekişandinê ji baregehên xwe yên li bakur û rojhilatê welat bide. Her wiha diyar e ku Rûsya girîngî daye çavdêrî û şopandina tevgerên amerîkî yên li Tenefê ya li başûrê welat. Îran jî girîngiyê dide mîsyona çavdêrî û hedefgirtina baregehên amerîkî yên li parêzgehên Heseke û Dêrazorê yên li bakurê rojhilatê welat.”

‘Amerîkayê hevalbendên Îranê bombebaran kir’

Rojnameya El Ereb têkildarî mijarê wiha nivîsand: “DYA’yê got ew ê hêzên xwe yên li Sûriyeyê biparêze. Ew yek piştî ku artêşa Amerîkayê wek bersivdayîna êrişekê ku di encamê de hevkarekî wê hatibû kuştin û 5 leşkerên wê birîndar bûbûn, êrişa hewayî ya li djiî hêzên ser bi Îranê ve pêk anî.

Dibe ku bûyerên tundiyê yên demên dawîn têkiliyên Washington û Tehranê xirabtir bikin, li gel tevliheviya hewldanên vejandina lihevkirina nukleerî û desteka leşkerî ku Îran ji Rûsyayê re li dijî Ukraynayê pêşkêş dike, zêde bibin.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby ji tora CNN′ê re got: “Ew derdoreke xetere ye, em ê ferd û saziyên xwe biparêzin”. Êrişên hewayî yên Amerîkayê bersiva êrişa bi balafira bêmirov a li dijî hêzên Amerîkayê yên li baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya nêzî Hesekê pêk hat.”

‘Êrîşên hêzên Amerîkayê û milîsên Îranê’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der bare mijarê de wiha nivîsî: “Di çend saetên derbasbûyî de piştî êrişa bi balafira bêmirov û biçek a Îranê ku di encamê de hevkarekî amerîkayê hatibû kuştin û hin leşkerên Amerîkayê birîndar bûbûn, li rojhilatê Sûriyeyê rageşî çêbû. Amerîkayê wek bersivdayîna êrişê, saziyên milîsên girêdayî Pasdarên Îranê bombebaran kirin, di ecnamê de 14 çekdar hatin kuştin û depoyên cebilxaneyan hatin rûxandin. Ji çend mehan ve ev rageşiya herî mezin ya di navbera her du aliyan de ye. Ev yek piştî çend rojan ji êrişên dijî depoyên çekan ên Îranê yên nêzî balafirgeha Helebê pên tên, ku Şamê Til Evîv wek berpirsa êrişê nîşan dabû.

Ruxmî ku hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê berî jî rastî êrişên bi balafirên bêmirov û biçek hatibûn jî, lê wan deman windahiyên canî çênedibûn.

Li gorî rayedarên Amerîkayê, êrişên bi balafirên bêmirov û biçek û bi moşekan, bi fermana komên çekdar ên piştgiriya xwe ji Îranê digirin, pêk hatiye. Ev yek dîmenên jeo-polîtîk ên tevlihev li Sûriyeyê bi bîr dixe ku Beşar Esed pişta xwe bi Îran û Rûsyayê germ dike, hêzên Amerîkayê jî wek dagirker dihesibîne.”